Li Girê Spî çeteyan 2 welatî birîndar kirin

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî çeteyên dewleta Tirk 2 welatî birîndar kirin.

Li Girê Spî çeteyan 2 welatî birîndar kirin
5 hezîran, 2023   11:02
EYN ÎSA

Li Girê Spî ya dagirkirî serdegirtina malan, revandina welatiyan û şantajkirina wan bi daxwaza fidiyê, dewam dikin.

Çavkaniyan ji bajarokê Eyn El Erûs ê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku çeteyên Cebha El Şamiye, 2 welatî birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyan, duh bi şev di encama gulebarana çeteyên navborî de welatiyên bi navên Yasir El Emar û Xalid El Emar birîndar bûn.

Welatiyên birîndar veguhastin nexweşxaneya Girê Spî.

(bb)

ANHA