‘Save the Children’ daxwaza vegerandina malbatên DAIŞ'î kir

Rêxistina ‘Save the Children’ ji hikumeta Awistralyayê xwest zarok û jinên DAIŞ'iyan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerînin.

‘Save the Children’ daxwaza vegerandina malbatên DAIŞ'î kir
5 hezîran, 2023   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP'ê, rêxistina ‘Save the Children’ ku destekê dide 17 zarok û 9 jinên DAIŞ'î yên awistralyayî yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaznameyek pêşkêşî dozgeriya Awistralyayê kir.

Rêxistinê diyar kir ku erka exlaqî û qanûnî ya hikumetê ye ku jin û zarokan vegerîne welatê wan.

Serokê rêxistinê Matt Tinkler got wan hêvî dikir ku ji destpêkê ve însiyatîfên wiha werin ragihandin, lê ji ber xemsariya hikumetê ev hêvî têk çûn.

(bb)