Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 

Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bal kişand ser metirsiyên têkçûna eko-sîstemê û diyar kir ku pêwîste zîhniyeta ekolojîk bê belavkirin û her xebatek biçûk û mezin girîng were dîtin. Platform bi minasebeta rojê wê heta hefteyekê semîneran bide.

Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin 
5 hezîran, 2023   10:59
DÊRIK

Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bi minasebata 5’ê Hezîran Roja Hawridorê ya Cîhanê li devera Siwêdikê ya Dêrîka Hemko ku cihekê geştiyariyê ye daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star a Dêrikê Hediye Mehemd ve hat xwendin.

Hediye Mehemed bibîr xist ku pirsgirêkên wekî nîşaneya qeyrana ekolojîk tên dîtin, yek ji rojevên girîng ên tevahiya cîhanê ye, lê heta niha tu hêzên navnetewî û herêmî helwdanên cidî yên çareseriyê nîşan nedane û çareseriyên demkî jî encam nadin. 

Hediyayê destnîşan kir ku qeyrana ekolojîk çavkaniya xwe tenê ji pirsgirêkên hawirdorê nagire û got: “Çavkaniya pirsgirêkê ji ber têkiliyên ne hevseng ên mirovan li ser xwezayê û serdestiya mirovan a li ser hevudin e. Tu pirsgirêk ji ber xwe ve dernakevin”.

Hediye diyar kir ku sedema tevahiya pirsgirêkan jî zîhniyeta dewletî û bi taybet jî pergala kapîtalîzmê ye û wiha dom kir: “Di asta herî jor de û bi awayekî herî xirab bikaranîna zanist û teknîkê mirovahî aniye rewşa niha. Bi mebesta qezanca zêdete mudaxeleyî her tiştî dike. Ege ev pirsgirêkên hawirdorê bên paşguhkirin, wê eko-sîstem bi metirsiyek mezin re rû bi rû bimîne.”!

Endama Kongra Star Hediye Mehemed da zanîn ku ji ber van pirsgirêkan mirovahî bi karesetek hawirdorê re rû bi rû ye, lewma çareseriyên demkî encam nagirin û divê gavên radîkal werin avêtin.

Hediye Mehemed anî ziman ku pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin, hemû mirov bi wijdan û exlaq tevbigerin, li ser vê bingehê têkiliyan mirovan bi mirovan re, têkiliyên mirov û xwezayê ji nûve werin avakirin. Her wiha têkoşîn herî biçuk heta ya herî mezin girîng werin dîtin û bên berfirehkirin.

DERDOR PAQIJ KIRIN

Piştî daxuyaniyê kesên tevlî çalakiyê bûne, derdor ji gilêş paqij kir.

Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bi minasebeta rojê wê heta 11’ê Hezîranê li deverên cuda semîneran lidar bixe. 

Endamên Kongra Star ên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo jî di bin dirûşmeya “Ber bi hawirdorek paqij ve”, kolan û taxên navçeyê paqij kirin.

(a)

ANHA