​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan

Li Kobanê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê pêşangeha gulan hat vekirin.

​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan
​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan
​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan
​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan
​​​​​​​Li Kobanê pêşangeha gulan
5 hezîran, 2023   10:40
KOBANÊ

Bi boneya 5'ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê, Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê pêşangeheke gul û daran vekir.

Pêşangeh bi dirûşma “Gul bedewbûna malan in” li şitilgeha Miştenûrê ya li Kobanê hatiye vekirin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî di vekirina pêşangehê de axivî û got ji ber şeran û bikaranîna çekên kîmyewî jîngeh bi xetereyan re rû bi rû ye. Balî banga parastina xwezayê li şêniyan kir û anî ziman ku li jîngeha paqij mirov bi silametî dijîn.

Piştî axaftina Balî beşdar li nav pêşangehê geriyan.

Pêşangeh dê 2 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA