Rêyên debara jiyanê qut nabin

Her sibeh rêwîtiya xwe li hember zehmetiyên jiyanê dest pê dike, giyayên ku tên xwarin, sebze kom dike û difroşe. Li hember zehmetiyên dorpêçê û bihabûnê li ber xwe dide ji bo ku jiyaneke birûmet ji zarokên xwe re peyda bike.

Rêyên debara jiyanê qut nabin
5 hezîran, 2023   03:30
HELEB-NESRÎN ŞÊXOR

Sadat Mihemed Elî dayîka 6 zarokan her sibe zû şiyar dibe û dest bi rêwîtiya xwe li hember zehmetiyên jiyanê dike. Berê xwe dide zeviyên çandiniyê yên li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û giyayên tên xwarin kom dike.

Li gel şert û mercên dorpêçê û bihabûnê, Sadeta ku ji Efrîna dagirkirî koçber bûye, vê demê giyayên ku tên xwarin kom dike û difroşe ji bo ku debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe peyda bike.

PIŞTÎ KOÇBERIYÊ DORPÊÇEKE BÊHEQ

Piştî dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve d I 2018`an de, Sadet tevî malbata xwe koçberî Helebê dibe. Mîna bi hezaran koçberên Efrînê yên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi cih bûne, ji ber dorpêça tengav a hikumeta Şamê zehmetiyan dikişîne. Hikumeta Şamê beyî ku şert û mercên dijwar ên koçberan di ber çavan re derbas bike, dorpêçeke bêheq ferz dike.

Sadet ji bo peydakirina debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe, her sibeh berê xwe dide herêmên başûr rojhilatê Helebê ku bi çandiniyê navdar in mîna Til Eran, Til Hasil û Ramûsê ji bo ku giyayan kom bike û bîne Helebê û wan bifroşe. Têkildarî mijarê Sadet got: “Hevjînê min astengdar e û mezin e. Nikare kar bike. Ji ber wê berpirsyariya min duqat e, divê ez pêdiviyên zarokên xwe û heqê dermankirina keça xwe peyda bikin peyda bikim.”

SEKNA LI HEMBER ASTENGIYAN Û ZEHMETIYAN

Sadet di zivistanê de pincar, di havîn û biharê de perpor, tozik û mendik berhev dike û difroşe. Li hember tevahî zehmetiyan û tevî ku zevî ji mala wê dûr, lê di oxira peydakirina debara malbata xwe gelek dimeşe. Têkildarî wê got: “Rast e pir dimeşim, lê ew ne ewqas pirsgirêk e. Ya min diêşîne, bazirganî hewl didin giyayan bi erzanî ji min bikirin. Ji bo ku xwediyên zeviyan bihêlin em mîna pîvazê şîn kom bikin û li Helebê bifroşin, em neçar dimînin ku kirêya erebeyan bidin. Hin caran kirê digihêje 35 hezar lîre.”

Hin caran baş qezenc dike, bi wê qezencê kirêya erebeyan dide û pêdiviyên malê dikire. Lê hin caran, tişta difroşe heqê kirêya erebeyan jî dernaxe. Ji ber wê hin pêdiviyên malê nakire.

Sadet ne tenê dema nikare kirêyê erebeyan bide zehmetiyan dikişîne lê belê dema ji nav zeviyan dest vala vedigere Helebê.

Girêdayî wê got: “Hin xwediyên zeviyan bi wijdan in, dihêlin em giyan di nav baxçeyên wan berhev bikin. Lê hin dilmekin in nahêlin em wisa bikin ji ber wê hin caran em dest vala vedigerin.”

TEVÎ ZEHMETIYAN RÛ LI KEN E

Sadet tevî zehmetiyan jî lê bi rûyekî li ken muşteriyên xwe pêşwazî dike. Giyayên berhev kirine, datine pêşiya xwe li sûka rojavayê taxa Şêxmeqsûd û li benda muşteriyan dimîne.

Sadet wiha domand: “Ji ber dorpêç û bihabûnê, ez xwe û zarokên xwe ji gelek tiştan mehrûm dihêlim. Ji ber ku pereyê ji frtona giyan qezenc dikim encaq têra pêdiviyên bingehîn bike mîna nan, xwarinê.”

Sadet giyayan li gorî rewşa jiyanî ya xelkê difroşe. Dema me ev rapor amade dikir, kîloya pîvazê şîn bi 3 hezar û 500 lîre difrot.

DORPÊÇ ÊŞÊN ME ZÊDE KIRIN

Sadet destnîşan kir ku dorpêç sedema êşên wan in û got: “Ji ber dorpêç û bihabûnê ez her roj ji bo ku debara xwe bikim ez cehd dikim.”

Ji pereyan ku ji frotina giyayan dide aliyekê û malbata xwe ji gelek tiştan mehrûm kir, bi alîkariya hin rêxistinan Sadet di Hezîrana borî de, lêçûna niştergeriyekê ji keça xwe re peyda kir ku 300 hezar bû.

Dewleta Tirk a dagirker 20`ê Çileya 2018`an bi komploya û bêdengiya navneteweyî êriş kantona Efrînê kir û di 20`ê Adara 2018`an, piştî berxwedana 58 rojan, Efrîn dagir kir.

(dm/şx)

ANHA