ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILATDARAN A LI DIJÎ KURDAN: MADEYÊN HIŞBIR-2

ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILATDARAN A LI DIJÎ KURDAN: MADEYÊN HIŞBIR-2
5 hezîran 2023   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN - EHMED SEMÎR

Li Kurdistanê dewletên ku polîtîkayên înkar û îmhayê didin meşandin, bikaranîna hişbirê wek amûreke bêhişkirina civakê zêde dikin û qezenca qirêj bi dest dixin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker vê yekê bi rêya saziyên sivîl, komele û weqfan dike. 

Dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ku Kurdistan kiriye çar parçe, navendên hilberandin, bazarkirin û veguhastinê yên madeyên hişbir in. Desthilatdar bi vê yekê qezencên qirêj bi dest dixin û bi berbelavkirina van madeyan civakan teslîm digirin û hewl didin bi van rêbazan hêzên muxalîf û tevgerên têkoşîna azadiyê dimeşînin jî bê bandor bikin. Hinek yasa tên derxistin, bi vê yekê kes an jî komên biçûk tên girtin û aktorên sereke û mezin pak tên nişandan-veşartin.

Bi berbelavbûn û civakîbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re, madeyên hişbir (narkotîk) wek alaveke şerê taybet ê li dijî gel û têkoşînê zêdetir hat bikaranîn. Dema mirov li kiryarên dewletan dinêre, tê dîtin ku bazirganiya hişbirê ya li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê hevkar û cerdevanên desthilatan ve tê kirin, komele, sazî û dezgehên sivîl jî wekî navendên belvakirina van maddeyan a di nava civakê de û bikaranîna tên dîtin.

Di vê beşa dosyaya xwe de em ê balê bikişînin ser pêkanînên li parçeyên Kurdistanê.

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

Tirkiye yek ji wan dewletan e ku madeyên hişbir lê tê hilberandin, bikaranîn û bazirganiya wê tê kirin. Li gorî rapora sala 2022'yan a Desteya Kontrola Hişbirê ya Navneteweyî (INCB), Tirkiye di hilberîna madeya xam a afyonê ku morfîna wê zêde ye de, di rêza sêyemîn a cîhanê de cih digire (69 ton); di heman demê de welatê herî zêde madeya xam a afyonê lê hatiye depokirin a cîhanê (303 ton) ye.

Bajarê Afyon ê Tirkiyeyê cihê ku herî zêde afyon anku madeya xam a hişbirê lê tê hilberandin e. Ev bajar jî navê xwe ji madeya afyonê digire. Li dijî zext û qedexeyên navneteweyî, dewleta Tirk di navbera salên 1925-1933'yan de li ser navê “wê li fabrîqeyan ji bo dermanan bê hilberandin” de çandiniya afyonê veguheran pêkanînek yasayî. Lê belê hilberandin û bazirganiya afyonê ji bilî armancên tibî, dewam dike.

NAVENDA HIŞBIRÊ

Li aliyê din, li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî madeyên hişbir ên li Efganistan û Îranê tê hilberandin derbasî Ewropayê tên kirin, madeyên hişbir ên sentetîk ku li Ewropayê tên hilberandin jî derbasî Rojhilata Navîn tên kirin. Tirkiye jî bûye qada transferkirina madeyên li herdu aliyan û “navenda hişbirê”. Li gorî rapora Ofîsa Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023'yan, li Tirkiyeyê mîqdara kokaîna ku hatiye desteserkirin di sala 2021'an de bi 7 qatan zêde bûye. Li Tirkiyeyê di sala 2021'an de 22,2 ton eroîn hatiye desteserkirin û ev mîqdar li gorî sala 2019'an ji sedî 79 zêde ye.

Li gorî heman raporê, berhemên kokaînê yên ji Amerîkaya Başûr tên derxistin jî bi rêya benderên li Deryaya Spî, ji Tirkiyeyê bo Ewropa, Azerbeycan û Başûrê Kurdistanê tên veguhastin. Hişbirên mîna metamfetamîn di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê dibin, di heman demê de berhemên hişbirên sentetîk ku ji sala 2010'an ve bûne sedema gelek mirinên jinişkave, di ser Çîn, Amerîka û Ewropayê re derbasî Tirkiyeyê tên kirin.

Di Hezîrana 2022'yan de rayedarên Ekvadorê li bendera Guayaquîlê 850 kîlo kokaîna ku li konteynireke mûzan hatibû barkirin da ku ber bi Tirkiyeyê ve bê şandin, desteser kir. Di Nîsana 2022'yan de li bendera Mersînê ya Tirkiyeyê jî zêdetirî 250 kîlo kokaîn a ji heman benderê hatibû şandin, hate desteserkirin.

Aliyekî din ê balkêş jî ewe ku gelek bazirganên hişbirê yên hatine girtin bi rayedarên dewleta Tirk re di nava têkiliyan de ne. Wêneyên van kesan bi rayedarên dewletê re di çapameniyê de derketin û gelek bazirganên hişbirê yên ku bi bultena sor lêgerîna wan heye û tên girtin bi cezayên sivik tên berdan.

Serokê mafyayê Sedat Peker ku ji bo AKP'ê mîtîng li dar dixistin û gef dixwarin, piştî ku têkiliyên wî bi hikumeta Tirk re xirab bûn, bi dîmenên ku di Hezîran û Gulana 2021'an de weşandin, têkiliyên dewlet-siyaset-mafyayê îtiraf kirin. Peker di îfadeyên xwe de diyar kir ku hin rayedarên dewletê yên payebilind di dereceya yekem de li nava bazirganiyê cih digirin û diyar kir ku kokaîn ji Bendera Latkiyeyê li Rojhilata Navîn tê belavkirin.

Huseyîn Baybaşin ku li Girtîgeha Vught a Hollandayê ji ber sûcên bazirganiya hişbirê girtî ye, ji Artı Gerçekê re gotibû bazirganiya hişbirê ya li Tirkiyeyê di destê dewletê de ye. 

Parlamenterên CHP û HDP'ê jî daxuyanî dan û diyar kirin ku desthilata AKP/MHP'ê dihêle pereyê reş bikeve Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê madeyên hişbirê berbelav dibin û hikumeta Erdogan rê li ber vê yekê vedike.

ALAVEKE ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN

Ji salên 1990'î ve ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi pêş ket, dewleta Tirk li Kurdistanê hişbir wek alaveke şerê taybet li dijî gelê Kurd belav kir. Şebekeya hişbirê ya ku salên 90'î dewletê li Kurdistanê belav kir, bi hikumeta AKP'ê re sazkar bû. Li gorî hejmarên fermî yên di sala 2010'an de hatin parvekirin, hejmara weqf û komeleyên li Bakurê Kurdistanê hezar û 146 bû, lê di dema AKP'ê de ji sedî 200 zêde bû û derket 3 hezar 367’an. Di çaryeka yekem a sala 2010’an de ev hejmar derket 3 hezar û 688’an, di sala 2002’yan de hejmara weqfên li bajarên Bakûr 179 bû, lê di dema AKP’ê de tenê li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê 188 weqfên din li van zêde bûn. Bi rêya komele û saziyan ciwanên Kurd û malbatên welatparêz dikin hedef û ji hişmendiya xwe ya welatparêzî û têkoşîna azadiyê dûr dixin. Di demên dawî de êdî vê politikaya xwe bi eşkere jî dibêjin. Waliyê Sêrtê, di daxuyaniyek xwe de gotibû: “Bila xwepêşandanan nekin, bila fihûşê bikin”. Ji axaftinê baş tê fêmkirin ku mirovên li Kurdistanê bi hişbirê dikişînin nava fihûş û sîxuriyê. Di serî de li Amed, Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê li  tevahiya Bakurê Kurdistanê bi rêya şebekeyên ku polîs, cendirme û cerdevan jî di nav de ne, hişbir tê hilberandin û bazirganiya madeyên wekî kokaîn, eroîn, captagon û esrare tê kirin. Di sala 2019'an de girtina fermandarê Qereqola Cendirmeyan a navçeya Licê ya Amedê û 3 leşkeran ji ber hişbirê, tenê mînakek e.

Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk ên Qadê ya li Bakurê Kurdistanê, di sala 2021'an de bikaranîna hişbirê ya li Bakur di 6 salên dawîn de 2 qat zêdetir bûye. Li gorî lêkolînê, di nava civakê de ji sedî 22-23 bikaranîna hişbirê heye. Heta di rapora Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê de ku saziya fermî ya dewletê ye de jî, tê diyarkirin ku tenê di navbera salên 2016-2017'an de li Şirnexê bikaranîna hişbirê bi 4 qatan zêde bûye.

Li gorî rapora 2021'an a Navenda Madeyên Hişbir û Tiryakîtiyê (Miptela) ya Ewropayê, di salek dawî de li Tirkiyeyê 17,4 milyon kesên di navbera 15 û 34 saliyê de madeyên hişbir bi kar tînin. Li gorî rapora sala 2019'an a Neteweyên Yekbûyî, rêjeya mirinên di bin 30 saliyê de ku ji ber dozên zêde yên hişbirê çêdibin li Tirkiyeyê zêde û di rêza yekemîn a cîhanê de ye.

TORA HIŞBIRÊ YA LI EFRÎNÊ

Dewleta Tirk ji sala 2016'an ve beşeke xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û tora xwe ya hişbirê li vir jî ava kir. Di dema avakirina baregehên leşkerî li Efrînê de di sala 2018'an de kargeheke ku madeyên hişbirê lê dihatin çêkirin li gundê Qîbarê yê Êzidiyan ava kir. Li gorî hin çavkaniyên pêbawer, li fabrîqeya hişbirê hin hebên hişbirê yên wekî captagon tên hilberandin. Heman çavkaniyan diyar kir ku kargeh aîdî zavayê Erdogan Berat Albayrak e.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQ

Bi zêdebûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re li Başûrê Kurdistan û Iraqê bazirganiya hişbirê û bikaranîna wê berbelav bûye. Li gorî raporên hikumeta Iraqê, bikaranîna hişbirê beriya sala 2003'yan kêmtir bû. Dewleta Tirk bi êrişên xwe re derfet ji bazirganên hişbirê yên li ser sînor re peyda dikir û bi rêya torên hişbirê hewl da li herêmê serwer bibe. Li gorî çavkaniyên fermî yên Iraqê, bikaranîna hişbirê li Başûre Kurdistanê beriya salên 1990'î di asteke gelekî kêm de bû, lê piştî sala 1991'ê bi êrişên dewleta Tirk re bikaranîna hişbirê û bazirganiya li herêmê zêde bû. Di raporan de hat ragihandin ku Başûrê Kurdistanê bûye herêmeke derbasbûna madeyên hişbir.

Li gorî lêkolînan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku bazirganiya madeyên hişbirê û bikaranîna wê zêde bûye, tiryakîbûna madeyên hişbirê zêde bûye. Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Iraqê Osman El Xanîmî di Cotmeha 2020'an de di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku ji sedî 50’yê ciwanên li Iraqê madeyên hişbir bi kar tînin.

Tenê li gorî daneyên fermî yên sala 2021'an li herêmê 481 kîlo hişbir û nêzî 2 milyon hebên captagon hatine desteserkirin. Li Başûr jî eroîn, esrar, captagon û krîstal madeyên hişbir ên berbelav in. Raporeke 23’yê Mijdara 2016’an a pisporên Iraqê diyar dike ku tesîsên hilberandina metamfetamîna krîstal li Iraqê hene.

Her wiha qaçaxçîtiya madeyên hişbir bi rêya bajarê Enbar ê li ser sînorê Sûriyeyê tê kirin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtine, di navbera Sûriye û Iraqê de pevguhertina captagon û eroînê tê kirin. Tenê îsal (2023) zêdetirî 3 milyon hebên hişbir ku di nava sêvan de veşartî bûn, li Deriyê Sînor ê El Qaîm ê Dêrazorê û herêma çolistana Enbarê ya li rojavayê Iraqê ji aliyê hêzên ewlehiya hikumeta Iraqê ve hatin desteserkirin. Tenê di sala 2022'yan de nêzî 6 ton madeyên hişbir li herêmê hatin şewitandin û îmhakirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di Gulana 2019'an de diyar kiribû ku hişbira ku ji Arjantînê tê bajarê Arsal ê Lubnanê, di ser Sûriyeyê re derbasî Iraqê tê kirin.

Li gorî qanûna hişbirê ya sala 2017'an, li Iraqê ji bo bikarhênerên madeyên hişbir cezayê darvekirinê dihat dayîn, lê ev ceza daxistin cezayê girtîgehê yê di navbera salek û 2 salan. Heke bikarhênerên bi hişbirê werin girtin, bi qasî 6 hezar û 290 dolar cezayê pereyan li wan dibirîn. Li gorî hejmarên fermî di navbera salên 2019-2022'yan de zêdetirî 43 hezar kes bi sûcdariya hişbirê hatine girtin.

Serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih ji bo kurê Waliyê berê yê Necefê Cevad Luay Yasîrî efûyeke taybet derxistibû. 4 sal berê Yasîrî ji ber 'bazirganiya hişbirê' cezayê muebbetê xwaribû, lê bi efuyê derket û ev biryar bû sedema bertekan û hevkariya torên hişbirê yên dewlet-torên hişbirê aşkera kir.

Tê diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Tirkiye û hikumeta herêmê veguhastina navneteweyî ya ku bazirganiya hişbirê lê tê kirin û bikaranîna wê ya di civakê de jî zêde dibe. Bi taybetî li bajarên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê tê gotin ku bikaranîna hişbirê bi destê rêxistinên sivîl û bazirganiyê li nava civakê belav bûye. Li gorî hin lêkolînên fermî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Dihok û Hewlêrê nêzî 4 hezar şîrketên dewleta Tirk hene.  Dewleta Tirk a dagirker mîna ku li Bakur kir, bi hevkariya desthilatên herêmê tora xwe ya fihûşê û ajanan li Başûr zêde dike û hewl dide bi rêya van şîrket û fîrmayan her wiha qaçaxçîtiyê li civakê belav bike. Li dibistan û kolanan hişbir wekî êşbiran tê belavkirin, her wiha li kafeterya û çayxaneyan tê bikaranîn. Komên demokrat û welatparêz tên hedefgirtin, her wiha ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) planên taybet tên meşandin.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRAN

Li gorî qanûnên dewleta Îranê, bikaranîna hişbirê qedexe ye û cezayê bazirganiya hişbirê jî îdam e. Lê belê li gorî raporên hatin weşandin, torên herî mezin ên hişbirê ji aliyê dewletê ve tên parastin. Kesên têne girtin, piştî çend mehan tên berdan. 

Li gorî agahiyan, Îran di bazirganiya hişbirê de yek ji girîngtirîn welatên transît e. Hişbirên wekî metanfetamînê ji Îranê derbasî Tirkiyeyê dikin û ji bo veguhastina afyonê ber bi rojava ve jî, cihekî navendî ye. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2021'an, ji sedî 90’ê benîştê afyonê yê li gelemperiya cîhanê hatiye desteserkirin, li Îranê hate girtin. Welatê ku salane herî zêde eroîn lê tê girtin Îran e (25 ton) û yê duyemîn jî Tirkiye ye (20 ton).

Li gorî hin nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin, Muhafizên Şoreşê ku beşeka esasî ya artêşa Îranê ye, di bazirganiya hişbirê de cih digire. Serokkomarê berê Mehmûd Ehmedînejad di sala 2010'an de dema li ser wezîfeyê bû, di konferansekê de ji bo artêşa Muhafizên Şoreşê gotibû "birayên me yên qaçaxçî". Di çapemeniyê de hat ragihandin ku generalê Artêşa Muhafizên Şoreşê Hesen Haşimîneseb Anarî jî tevî 185 kîlo eroîn û 385 kîlo morfînê hatiye girtin.

Li gorî hin agahiyan jî madeyên hişbirê yên li Efganistanê tên hilberandin, bi rêya sînorê Sîstan-Belûçistanê ji Îranê re tên veguhastin û ji wir jî derbasî Sûriyeyê tên kirin.

LI DIJÎ GEL TÊ BIKARANÎN

Li Îranê ku gelek caran çalakiyên li dijî hikumetê hene, rapor tên ku hikumet ji bo gel kontrol bike, madeyên hişbir wek çekekê bi kar tîne. Li aliyê din li Rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê ku xwe bi rêxistin dike û têdikoşe, bi awayekî plankirî tê bikaranîn. Li gorî îstatîstîkên fermî yên sala 2020'an ji aliyê dewleta Îranê ve hatin ragihandin, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 milyon 800 hezar kes madeyên hişbir bikar tînin û tê texmînkirin ku zêdetirî milyonek û 400 hezar mirov jî tiryakî ne. Li gorî daneyên hatine aşkerakirin, li Îranê ji sedî 3,4’ê nifûsê bikarhênerên madeyên hişbirê ne û 64 hezar kes jî di asta jor de tiryakî ne. Hişbir li kuçeyan pir bi rehetî tê bidestxistin, bi erzanî û bi rengekî ku bi hêsanî bikaribin xwe bigihînin ciwanan, tê firotin.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û SÛRIYE

Li Sûriyeyê ku gelek hêzên herêmî û navneteweyî mudaxaleyî 'Bihara Gelan' kir û bû hedefa şerên qirêj, hilberandin û bikaranîna madeyên hişbir hema hema li her derê belav bûye. Li gorî çavkaniyên pêbawer, hilberadina hişbirê û trafîka li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de gelekî zêde bûye û di heman demê de ji sedî 70’ê aboriyê bi madeyên hişbir û şofandina pereyan (pak kirina pereyên reş) tê meşandin. Hin şîrketên dermanan veguherîne kargehên madeyên hişbir û tevî 15 kargehên mezin, zêdetirî 60 cihên hilberandinê hene. Piraniya cihên hilberandinê li nêzî deriyên sînor, bendera Latkiyeyê û herêmên qaçaxçîtiyê ne. Hebên ku têne hilberandin bi rêya tor û korîdorên ku hatine avakirin, ji bazarên hundirîn û derve re tên şandin. Tê gotin ku hişbir bi gelemperî ji Tertûs, Banyas û Latiqiyeyê, ji wir bi rêya deryayê ber bi Urdun û welatên Kendavê ve, bi rêya bejahî jî ber bi Urdun, Lubnan û Iraqê ve tê veguhastin. Tê gotin ku leşkerên hikumeta Şamê ewlekariya derbasbûnê dikin. Bajarê Hûmus ji ber cihê xwe yê erdnîgarî di bazirganiya madeyên hişbir de girîng e û bi rêya Lubnanê wek dergehê vedibe welatên Ereban tê bikaranîn.

Pisporê Ofîsa Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) Thomas Pietschmann di 25 'ê Cotmeha 2021'an de ji rojnameya The National a Îmaratê re axivî û diyar kir ku Lubnan û Sûriye di salên dawî de bûne hilberînerên herî mezin ê captagonê yên herêmê.

Li aliyê din, tê îdiakirin ku hin komên mafya yên Tirkiye, Lubnan û Iraqê yên li Sûriyeyê dimînin jî bi hikumeta Şamê re hevkariyê dikin.

BI DESTÊ HÊZÊN PARAMÎLÎTER DI NAVA GEL DE BELAV DIKIN

Li Sûriyeyê jî mîna yên din, madeyên hişbir wek alaveke bê îradekirina gel tê bikaranîn. Li hemberî gelên ku li dijî sîstemê tev digerin û daxwazan jê dikin, bi rengekî sîstematîk tê bikaranîn. Di heman demê de li herêmên wekî Hema, Deraa û Siweydayê ku xwepêşandanên gel lê zêde ne, madeyên hişbir ji aliyê Dîfaa El Wetenî ve ku hêzeke paramîlîter a hikumeta Şamê ye ve, tên belavkirin.

Li gorî hin agahiyên ku li ber destê me ne, madeyên hişbir ên wekî captagon, krîstal û esrar jî ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dişînin herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sîstemeke demokratîk tê avakirin û gel, bawerî, çand û zimanên cuda tê de tên temsîlkirin, hem dewleta Tirk a dagirker û hem jî hikumeta Şamê polîtîkayên taybet didin meşandin û serî li gelek rêbazan didin da ku bikaranîna madeyên hişbir belav bikin.

Em ê vê mijarê jî sibê di beşa 3’yan a dosyeya xwe de vebêjin.

(a)

ANHA