'Fikrên Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya têkoşîna azadiyê ye'

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew amade ne di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, kar û xebat bikin. Her wiha diyar kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan dibistanek e ku ji bo berdewamkirina têkoşînê li ser rêya azadiyê, hêz jê digirin.

'Fikrên Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya têkoşîna azadiyê ye'
4 hezîran, 2023   23:26
QAMIŞLO-BESNA ŞEMO

Ji zêdetirî 24 salan ve, tevî tecrîda giran û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê, Rêber Abdullah Ocalan xwedî vîneke xurt e û di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide. Ev têkoşîna wî bi xwedîderketina bi milyonana kurdan û dostên wan li fikrê wî tacîdar bû.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan şaxê navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo, destnîşan dikin ku ew dev ji fikrê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin. Her wiha siyasetên tecrîdê û sûcan ên li Îmraliyê diqewimin, red kirin.

Serdozgeriya Yekemîn a Burdayê tevî ku dema biryra qedexeyê ya berê neqediyaye, lê di 15`ê Adarê de biryareke nû stend ku nabe tu kes serdana girtîgeha Îmraliyê bike.

/kr/uploads/files/2023/06/04/185440_-.webp

Yunis Hacî got: “Em hêza birêxistinkirin û hevgirtina xwe ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin ku li ser bingeha mirovê azad yê birêxistinkirî ava bûye. Ji bo ku civakê azad bikin, destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi saya fedekariyên ciwanên wê hatine bidestxistin, biparêzin.”

DIVÊ NIRXANDINÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN WERIN XWENDIN

Hacî diyar kir ku qirkirina bedenî û çandî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û dijminên rêgeza demokratîk ve li dijî ciwanan berdewam e û wiha pê de çû: “Ji ber wê divê em baldar bin, nirxandin û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî zanakirina ciwanan bixwînin.”

Hacî soz da ku têkoşînê berdewam bike ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest dikeve û got: “Azadiya wî azadiya me ye.”

/kr/uploads/files/2023/06/04/185406_-.webp

Jina ciwan bi navê Fatin Ehmed Hesen jî got fikrê Rêber Abdullah Ocalan dibistaneke ku ciwan jê hêzê digirin da ku têkoşînê li ser rêya azadiyê berdewam bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em dê şopdarên fikrên wî bin ku rêya xilasiya ji aloziyan e.”

/kr/uploads/files/2023/06/04/185421_-.webp

Ciwanê bi navê Mihemed Esker jî diyar kir ku ew amade ne her tiştî bikin ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ji bo wê, Esker banga hevgirtinê kir.

/kr/uploads/files/2023/06/04/185347_-.webp

Jina ciwan a bi navê Sabrîn Iliyas got ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk û ji bo parastina destkeftiyên şoreşa herêmê, pêwîst e xwedî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

(dm/şx)

ANHA