Dewleta Tirk Silûk bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirekr gundê Esîlim ê navçeya Silûkê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk Silûk bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn
2 hezîran, 2023   19:15
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker bi dronekî gundê Esîlim ê gundewarê başûr ê navçeya Silûkê û bakurê rêya M4 bombebaran kir. Di encamê de jina bi nave Horiya Ayid El Dahir (35) û hevjînê wê  Hisên Hemûd El Mihemed (45) ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikirin, birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

(bb)

ANHA