​​​​​​​‘Heya vegera li Efrînê em dest ji berxwedanê bernadin’

Koçberên Efrînê yên li Kampa Vegerê dimînin bi israr in heya vegera li Efrînê li ber xwe bidin û tê bikoşin.

​​​​​​​‘Heya vegera li Efrînê em dest ji berxwedanê bernadin’
3 hezîran, 2023   00:50
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Di encamên êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê yên sala 2018'an de, bi deh hezaran şêniyên kantonê koçberî navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bûn. Koçberên Efrînê li malên xirabe û 6 kampan bi cih bûne. Yek ji wan kampan jî Kampa Veger a li navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.

Kampa Veger di sala 2019'an de hate avakirin û150 malbat lê bi cih bûne. Koçberên Efrînê zehmetiyên koçberiyê dikişînin û ji roja dagirkirina Efrînê ve, dorpêç û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wan ranewestiyane. Lê koçberên Efrînê li hemberî zehmetiyên koçberiyê, êrişan, rewşa hewa ya germ û sar û dorpêçê li ber xwe didin. Koçber niha debara xwe ya jiyanê bi palehî û berhevkirina kartol û pîvazan dikin.

Rêvebera Kampa Vegerê Leyla Dedo ji ajansa me re axivî û got: "Ev 6 sal e em di konan de li ber xwe didin. Ne sermaya zivistanê û ne jî germahiya havînê, ne jî êriş û dorpêç nikarin vîna gelê me yê berxwedêr bişikînin. Gelê li vir ji bo vegerê li ber xwe dide.”

Leyla diyar kir ku dorpêça hikumeta Şamê bandoreke mezin li kampan kiriye û li ser astengiyan jî got koçber nikarin papor an jî agir vêxin, ji bo ku şewat dernekeve.

Leyla Dedo anî ziman ku divê rêxistinên mirovî rewşa koçberan bibînin û got: “Li vir hêviya me vegera li Efrînê ye.”

Koçberê bi navê Mihemed Ehmed wiha got: “Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk em li Kampa Veger in. Li vir ji ber dorpêçê derman û mazot nîn in, lê belê em di berxwedana xwe de bi israr in. Heya vegera li Efrînê em ê tê bikoşin."

(bb)

ANHA