Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin

Beşek ji nameyên ku zarokên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibûn, wekî weşanek taybet (kovar) hatin çapkirin.

Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
Nameyên zarokan bi weşanek taybet hatin çapkirin
3 hezîran, 2023   02:06
QAMIŞLO

Komîteya Şilêr a Zarokan ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebat dimeşîne, bi minasebeta rojbûna (4 Nîsan) Rêber Abdullah Ocalan 14’ê Sibata 2023’yan kampanyaya nameyan dabû destpêkirin û 3’yê Nîsanê bidawî kiribû.

Di çarçoveya kampanyayê de 4 hezar nameyên zarokan ên ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatibûn nivîsandin, hatin komkirin. Li gorî plansaziya Komîteya Şilêr wê ev name wekî pirtûk werin çapkirin.

Lê beriya pirtûkê beşek ji nameyan wekî weşanek taybet (Kovar) hatin çapkirin. Weşana taybet ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Kovara Şermola ya Wêjeyî ve hatiye amadekirin.

Weşana bi zimanê Kurdî û Erebî hatiye amadekirin bi navê “Nameyên ji bo Rêber Apo” hatiye çapkirin.

Di destpêka weşanê de behsa zarokatî û kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin. Piştre jî 17 nameyên zarokan ku 11 bi zimanê Kurdî, 6 jî bi Erebî ne, hatine bicîhkirin. Di weşanê de her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ên li gel zarokan, wêneyên zarokan ên dema daran diçîn û resim çêdikin jî hatine bicîhkirin. 

Heta niha ji vê weşana taybet 5 hezar hatine belavkirin.

Çend nameyên zarokan wiha ne:

Nameya Elî Ehmed: Serokê min Apo; Ez gelekî dixwazim tu ji wê zindanê derkevî. Ez dixwazim di welatê me yê azad de te pêşwazî bikim. Bê Serok Jiyan nabe.

Xedîca Hemza Ebdullah: Silav û rêz serokê me. Em bi hêvî ne ku tu ji zindanê derkevî da me hemû kêfxweş bibin û roja spî pêk bînin. Em gelek bi dilêş in û em hemû bi te re ne. Kurd hemû destek in û em ji te pir hes dikin.  Em bi hêvî ne tu werî welat. Çimkî welat bê serok nexweş e. Di dawiyê de; Bê Serok Jiyan Nabe.

Dilber Hesen: Serokê min Apo; ez gelek dixwazim te bibînim. Bi hêviya rojên azad im. berxwedan jiyan e, bê serok jiyan nabe.

(sb/a)

ANHA