​​​​​​​QSD'ê çeteyê ku zeviyên çandiniyê dişewitandin zeft kir

QSD'ê çeteyê ku bi fermanên kesên li herêmên dagirkirî zeviyên çandiniyê yên şêniyên herêmê dişewitandin, girt.

​​​​​​​QSD'ê çeteyê ku zeviyên çandiniyê dişewitandin zeft kir
2 hezîran, 2023   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên taybet çeteyê ku zeviyên çandiniyê yên xelkê Til Temirê dişewitandin, girtine.

Daxuyanî wiha ye:

''Di dema dawîn de bûyerên şewitandina zeviyên çandiniyê yên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê kesên nenas ve hatin dubarekirin. Piştî lêkolîn û şopandinê yên ji aliyê yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, yekîneyan sedem û encamên wan bûyeran û kesên ku li pey wan nas kirin.

Di rojên derbasbûyî de, yekîneyan çeteyek girt. Ev çete di berdêla ku zirarê nede zeviyên çandiniyê pere ji xelkê distandin. Çete talîmatên xwe ji hin kesên ku li heremên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de werdigirt.

Çeteyê ji aliyê yekîneyên taybet ve hat girtin bi navê Mihemed Mistefa El Xelef e, di sala 1985’an de li gundê El Rewda yê girêdayî Til Temirê ji dayik bûye. Di lêpirsînên destpêkê de çete li xwe mikur hat ku  wî ji xizmê xwe yê bi navê Mehmûd kertên telefonan û talîmat girtine û dest bi karê çeteyetiyê kiriye.  Çete hejmarên telefonan ên hin cotkaran bi dest xistin û bi wan re peywendî datanî ku di berdêla ku zirarê  nede zeviyên wan ên çandiniyê pereyan ji wan bistîne.

 Çete pêşî bi cotkarekî ji pêkhateya Asûrî ya xelkê Til Temirê re, piştre bi cotkarekî ji pêkhateya Kurd re jî li herêma Tel Temirê û di dema dawîn de bi cotkarekî ji pêkhateya Ereb ên xelkê Dêrazorê ku li Til Temirê erdên çandiniyê ji xwe re kirê kiriye û hewl da bi rêya gefxwarinan pereyan ji wan bistîne. Ji wê zêdetir hewl dida nakokiyan di navbera pêkhateyan de çêbike û wan li hember hev sor bike.

Piştî şopandinê û bi hevkariya gel, yekîneyên taybet çete girt û tora sûcdar a ku talîmatên xwe ji çeteyên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin digirt, keşif bike.

Lêpirsînên bi çete re hîn jî berdewam in da ku agahiyên berfireh ên karê xerab ên kirine û hevkarên wî bêhtir werin zelalkirin.

Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bang li hemû gelên herêmê dikin ku li hember gefên çeteyan zêdetir hişyar bin û bi saziyên ewlekarî û leşkerî yên têkildar re têkiliyê deynin û bi wan re alîkar bin.''

(bb)