Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî hat bibîranîn

Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şêx Mihemed Maşûq Xeznewî hat bibîranîn
2 hezîran, 2023   15:11
QAMIŞLO

Şêx Maşûq Xeznewî dema li ser karê xwe bû, di Gulana 2005'an de li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû revandin û di 1'ê Hezîrana heman salê de hat qetilkirin.

Bi boneya salvegera 18'emîn a qetilkirina Şêx Mihemed Maşûq Xiznewî, endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin kesayetên olî yên herêmê serdana gora wî kir ku li bajarê Qamişloyê ye.

Endamên kongreyê gul danîn ser gora Şêx Mihemed Meşûqê Xeznewî, piştre hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzanî axivî û wiha got: " Şêx Mihemed Maşûqê Xeznewî, şoreşger û oldarek bû. Mîna volkanekî bû. Şêx Maşûqê Xeznewî hovîtî û tundiya  35 salan a li ser Kurdan dît, bi taybetî piştî Serhildana 12'ê Adara 2004'an a Qamişlo ew şoreş di hundirê wî de teqiya."

Xerzanî wiha domand: "Dema ku Şêx Mihemed Maşûqê Xeznewî banga rêzgirtina ji gelê Kurd re li cîhanê kir û bi eşkereyî got ku mafê gelê Kurd ew e ku wek gelên din bijî, bi xedirî hat hedefgirtin."

(mh)

ANHA