Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin

Ji bo şervanê QSD'ê yê şehîd Amed Enteriyê konê sersaxiyê hat vedan û merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hate gotin: "Divê em layîqî keda şehîdan bin û ji bo pêkanîna armancên wan tê bikoşin."

Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
Ji bo şehîd Amed Enteriyê sersaxî hat xwestin
2 hezîran, 2023   17:26
QAMIŞLO

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wî herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Kadar Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê).

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê hat vegirtin. Wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ, QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Di bin kon de sersaxî ji malbata şehîd Amed re hat xwestin û axaftin hatin kirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mîhyedîn Hesen got, şehîd Amed ji bo şoreşê gelek ked da û di hemû cengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt.

Hesen wiha zêde kir: "Dijminê me bi şev û roj hewl dide şoreşa me têk bibe û destkeftiyên me tune bike. Ji ber vê yekê divê tevahî welatparêz destkeftiyên ku bi saya fedakariya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û li hember dijmin serî hildin, divê bi rêya şerê gel ê şoreşgerî planên dijmin û şerê taybet ê ku li dijî gelê me dide meşandin têk bibe."

Ji fermandarê QSD'ê Nezîr Sofî banga tevlêbûna nava hêzên leşkerî kir û destnîşan kir ku taxa Enteriyê ware leheng û şehîdan e.

Sofî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Rêvebera Kongra Star Hindirîn Xebat got: "Taxa Enteriyê bi ciwanên xwe yên leheng wek Reşo, Kadar û Lewend tê naskirin, ji ber wê jî em bejna xwe li hember dayikan wan lehengan ditewînin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd bi dawî bû.

Şervanê QSD'ê Kadar Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) 30`ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, li Reqayê di encama qezayê de li şehîd bû. Cenazeyê şehîd Amed Enteriyê îro (Înê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

(mh)

ANHA