​​​​​​​Pêngava 1’ê Hezîranê di 20 saliya xwe de rêbaza têkoşînê diyar dike

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Pêngava 1’ê Hezîranê ya 2004’an wek 'Pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn' bi nav dike. Pêngavê konsepta tasfiye û tunekirina Kurdan a dewleta Tirk û hêzên hegemon pûç kir û di heman demê de li dijî konseptên tunekirinê jî piştî 19 salan çavkaniya rêbaza têkoşînê ye.

​​​​​​​Pêngava 1’ê Hezîranê di 20 saliya xwe de rêbaza têkoşînê diyar dike
31 gulan, 2023   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi radestkirina Rêber Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re, dewam kir. Komplo bi berxwedana mezin a bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya Kurdistanê hat pûçkirin. Lê belê hêzên komplogeran planên êrişê yên nû li dijî Rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê danîn.

Di hilbijartinên Nîsana 1999'an ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de partiya DSP a bi serokatiya Bulent Ecevît bû partiya yekemîn û bi MHP'ê ya Devlet Bahçelî û bi ANAP a Mesut Yilmaz re hikumeta koalîsyonê hat avakirin. Di dadgehên li Îmraliyê de ku di vê pêvajoyê de dest pê kir, Rêber Abdullah Ocalan bi têgeha "Komara Demokratîk" mudaxele li rewşa kaosê kir û banga agirbestê li PKK'ê kir. Serokatiya PKK'ê di 1'ê Tîrmeha 1999'an de civiya û diyar kir ku dê li gorî banga Rêber Abdullah Ocalan tev bigerin. Piştî weşandina deklarasyona ji 10 xalan a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 2'yê Tebaxa 1999'an de, gerîlayên PKK'ê di 1'ê Îlona 1999'an de ji Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişiyan. Lê belê dewleta Tirk di dema vekişînê de êrişên xwe domandin û 400 gerîla şehîd kirin.

PKK’ê tevî êrişan jî agirbest domand û di kongreya xwe ya 7’an de ku di sala 2000'î de pêk anî, rêbazên têkoşînê yên guncaw ên serdema nû diyar kirin. Di wê çarçoveyê de navê ARGK (Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê) bû HPG (Hêzên Parastina Gel). HPG'ê di konferansa xwe ya sala 2001'an de biryarên li ser têkoşîna gerîla ya modern dan.

QONAXA NÛ YA KOMPLOYÊ

Di serdema 2000-2002'an de ku krîza aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê mezintir dibû, hikumeta koalîsyonê nekarî tiştên ji bo Kurdan tên hêvîkirin bide û hêzên sermayeyê yên navneteweyî dest bi pêkanîna planên xwe yên nû kir û ev yek jî wek "qonaxa nû ya komployê" hat binavkirin. Bi vî rengî serdema desthilata faşîst a AKP'ê dest pê kir ku rê li ber êrişên tunekirinê yên piralî vekir û dûre jî biryara berxwedanê ya 1'ê Hezîranê li dijî wê hate dayîn.

Erdoganê hê dema sifeteke wî ya fermî tune bû û wek parlamenter nehatibû hilbijartin, ji bo muzakereyan bike çû DYA'yê û di hilbijartinên 3'yê Mijdara 2002'an de partiya wî hate ser desthilatê. AKP ji wê rojê ve bû Hespê Trojan ê projeya îslama nerm a sîstema kapîtalîst û herî zêde li dijî Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê hat bikaranîn. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (piştre bû Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a Berfirehkirî) bi komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. AKP ji bo ku komployê bi ser bixe ji aliyekî ve bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin dikirin û ji aliyê din ve ji bo tesfiyekirina ji hundir ve berê xwe da tesfiyekariyê.

PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ Û DAXUYANIYA KCK'Ê

Rêber Abdullah Ocalan di Nîsana 2003’yan de di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de gotibû wî banga xwe ya agirbestê ya 2’yê Tebaxa 1999’an paşve kişandiye. Tevgera Azadî agirbest di 1'ê Hezîrana 2004'an de bi dawî kir û pêngaveke nû ya siyasî-leşkerî ku aliyê wê yê bîrdozî-rêxistinî xurttir bû, da destpêkirin.

Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewldanên awarte kirin û di Newroza 2005'an de KCK îlan kir û diyar kir ku ew bi erk û mîsyona rêbertiya konfederalîzma demokratîk radibe û bang li gelê Kurd û hemû bindestan kir ku di bin ala konfederalîzma demokratîk de kom bibin û têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin. Piştî Pêngava 1'ê Hezîranê û deklarekirina KCK'ê, di heman demê de li Kurdistanê li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin çêbû û bawerî û vîna xwerêvebirinê di nava civakê de xurt bû.

Hikumeta AKP'ê di rewşeke zehmet de bû û di 12'ê Tebaxa 2005'an de daxwaza agirbestê kir. Konseya Rêveber a KCK'ê heta mehekê bêçalakîtî îlan kiribû. Lê belê rêveberiya Tirk ketibû şerê navxweyî û biryara 'şerê taybet ê topyekûn ê li dijî PKK'ê' di Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de di 23'yê Tebaxê de da. Di Adara 2006'an de yekîneyeke gerîla li herêma Şenyayla ya Mûşê bi êrişeke bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Li Bakurê Kurdistanê li dijî komkujiyê serhildanê dest pê kir û hefteyekê dewam kir.

QONAXA SÊYEMÎN A KOMPLOYÊ Û BERXWEDANA ZAPÊ

Di 5'ê Mijdara 2007'an de piştî hevdîtinên Erdogan bi serokê DYA’yê George W. Bush re, DYA'yê balafirên keşfê û çekên nû dan Tirkiyeyê. Ev jî wek planeke DYA’yê û qonaxa 3’yemîn a komployê, plana tunekirina gerîla hate nirxandin. Artêşa Tirk di 20-28'ê Sibata 2008'an de li dijî herêma Zapê êrişên hewayî û bejahî kirin û di êrişê de Biryargeha HPG'ê kir hedef. Li hember berxwedana gerîla artêşa Tirk kete tengasiyê û mecbûr ma vekişe. Li Kurdistanê vê serkeftina bi dirûşma “siwan hatin, peya çûn”, baweriya bi tevgera azadiyê zêdetir kir.

Dewleta Tirk li dijî têkçûnê êrişên xwe yên faşîzan zêde kirin û di Îlon-Mijdara 2008'an de li Îmraliyê zexta fîzîkî li Rêber Abdullah Ocalan kir û porê wî qusand. Piştî ku parêzeran têkildarî mijarê agahî dan, gel çalakî li dar xistin û çalakiyên dîrokî yên gerîla çêbûn.

NEXŞERÊ Û STRATEJIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YA 1'Ê HEZÎRANÊ

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê israr kir, "Nexşerê" amade kir û di 15'ê Tebaxa 2009'an de pêşkêşî rêveberiya dewleta Tirk kir û xwest 2 komên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê bên Tirkiyeyê. Tevgera Azadiyê di 19'ê Cotmeha 2009'an de 2 komên aştiyê ku ji 34 kesan pêk dihatin, gihandin deriyê sînor ê Xabûrê. Lê Erdogan plana êrişê ya nû xist dewrê û got "Em ji serî ve dest pê dikin." Mîtîngên DTP’ê qedexe kirin, hucreya ku Rêber Ocalan tê de dihate ragirtin, guherandin û xistin cihekî din ku bi xwe jî jê re digot “tabût”.

AKP'ê guh neda hişyariyên Rêber Abdullah Ocalan û Rêber Ocalan got "Êdî şert û mercên meşandina têkoşîna siyasî ya demokratîk nîn in" û diyar kir ku ji 31'ê Gulana 2010'an ve dê xwe vekişîne. Di 1'ê Hezîrana 2010'an de rêveberiya tevgera azadiyê ragihandin ku "dawî li stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk anîne û çareseriya xweseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê bi têkoşîna li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî be."

LI HEMBER AGIRBESTÊ SIYASETA ŞER

Rêveberiya AKP'ê di encama çalakiyên 1'ê Hezîranê de kete astengiyê û xwest encamê ji referanduma guherandina destûrê wergire. Heyetek şand Îmraliyê û ji Rêber Abdullah Ocalan daxwaza agirbestê kir. Rêber Ocalan di navbera 13'ê Tebax û 20'ê Îlona 2010'an de agirbest ragihand. Rêveberiya PKK'ê jî ragihand ku dê li gorî vê bangê tev bigerin û di referandumê de "boykot" pêk anî. Agirbest heta hilbijartinên parlamentoyê yên 12'ê Hezîrana 2011'an hate dirêjkirin.

Rêber Abdullah Ocalan encamên nîqaşên ku li Îmraliyê ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin meşandin, veguherand protokoleke nivîskî ku ji 3 beşan pêk tê û pêşkêşî rêveberiyên AKP û PKK'ê kir. Di Gulana 2011'an de rêveberiya PKK'ê ji protokolan re got erê. Erdogan ku di hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011'an de careke din hate ser desthilatê, hevdîtinên li Îmraliyê qedandin û polîtîkaya şerê li dijî PKK'ê tercîh kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 14'ê Tîrmeha 2011'an de Xweseriya Demokratîk îlan kir û ji bo pêşxistina pêvajoyê li ser bingeha siyaseta demokratîk kete nava hewldanan. Di encama êrişên artêşa Tirk de siyaseta demokratîk nehat xebitandin û pêvajoya şer a AKP'ê amade kiribû, dest pê kir. Di 28'ê Îlona 2011'an de di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî Xakurkê de 11 gerîla şehîd bûn ku di nava wan de endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Rustem Cûdi, Çîk Botan, Elîşêr Koçgirî û Rozerîn Dêrik jî hebûn. 28'ê Kanûna 2011'an balafirên şer bombe li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê barandin û di encamê de 34 sivîl hatin qetilkirin.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ PÊVAJOYEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN

Di 12'ê Îlona 2012'an de 483 girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk li dijî zext û komkujiyên rejîma AKP'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir. Vê çalakiyê gelekî deng veda û hikumeta AKP'ê ya asêmayî dîsa çû cem Rêber Abdullah Ocalan. Çalakî di roja xwe ya 68’emîn de bi dawî bû û li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdara 2012’an de hat bidawîkirin. Bi vî rengî di navbera Rêber Ocalan û dewleta Tirk de pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê kir.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Di çarçoveya pêvajoya diyalogê de heyeta yekemîn a HDP'ê di 3'ê Çileya 2013'an de çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Yek ji damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), her wiha Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Ewropayê dixebitîn, 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê endamê MÎT'ê Omer Guney ve hatin şehîdkirin.

DEKLERASYONA AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Tevî komkujiyê jî Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê gavên ji bo pêşvebirina pêvajoyê domandin. Rêber Ocalan "Deklarasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk" amade kir û bang li aliyan kir ku agirbestê ragihînin û bang li hemû aliyan jî kir ku tê bikoşin û bibin yek. Danezan di 21’ê Adara 2013’an de di Newroza Amedê de ji aliyê endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sırrı Sureyya Onder ve bi kurdî û tirkî hat xwendin.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 8'ê Gulana 2013'an de agirbest îlan kir û dest bi pêvajoya vekişandina gerîla kir. Dema ku rêveberiya AKP'ê li gorî biryar û plansaziyan tev negeriya û peywirên xwe bi cih neanîn, di Tîrmeha 2013'an de vekişîna gerîla hate rawestandin. PKK'ê di heman salê de kongreya xwe ya 11’an kir û biryar di kongreyê de ji raya giştî re parve kir.

AKP li pey lîstikên nû ket û serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm di sala 2014’an de vexwend Enqereyê û hevdîtinên dîplomatîk kirin. Lê belê dema nekarî Muslîm bikişîne ser xeta xwe, piştre tevî PYD'ê ew jî wek “terorîst” îlan kir. Di demekê de ku têkiliyên AKP'ê yên bi çeteyên DAIŞ'ê re aşkera bûn ku di meha Cotmehê de êrişî Kobanê kir, Erdogan di axaftina xwe ya li Dîlokê de armancên xwe yên ji bo Kobanê bi gotina "Ha ket ha dikeve" ragihandin.

PLANA TÊKBIRINÊ

Rêber Abdullah Ocalan li dijî van kiryarên AKP'ê di 6'ê Cotmeha 2014'an de bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kir û destnîşan kir ku pêvajoya diyalogê û Kobanê ji hev nayên cudakirin û heta 15'ê Cotmeha 2014'an wext da hikumeta AKP'ê. Lê belê AKP'ê ev yek li ber çavan negirt. AKP'ê di 8, 9 û 10'ê Cotmehê de piştî ku ferman da polîs û leşkeran êrişî çalakiyên li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê yên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û protestokirina polîtîkayên AKP'ê kir û 34 kes qetil kirin.

AKP û dewleta Tirk, di civîna MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an de bi 'Plana Têkbirinê' biryara êrişa tunekirinê ya topyekûn da. Bi vê planê re hewl dan dagirkeriyê bigihînin derveyî sînor û herêmên ku jê re digotin 'Mîsakî Mîllî' bi temamî bi dest bixin û Kurdan tune bikin.

Rêber Abdullah Ocalan wê demê bi heyeta dewletê re hevdîtin kir, bernameyeke berfireh a demokratîkbûnê ya ji 10 xalan pêk tê, pêşkêş kir. Deklarasyon di 28'ê Sibata 2015'an de li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê hikumeta AKP'ê, MÎT'ê û heyeta dewletê û heyeta HDP'ê ve ji raya giştî re hat ragihandin. Rêber Abdullah Ocalan ku nameya wî di Newroza Amedê ya 2015'an de hat xwendin, diyar kir ku heke deklarasyon bikeve meriyetê û Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Lê belê Erdogan dema di 22'ê Adara 2015'an de ji Ukraynayê vegerî, axivî û anî ziman ku ew daxuyaniya Dolmabahçeyê rast nabîne, metna hatiye xwendin qebûl nake. Bi vî awayî dawî li pêvajoyê anî û şer îlan kir.

TEQÎNÊN LI PEY HEV

Piştî vê daxuyaniyê komkujî pêk hatin. Di 5’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê di encama êrişa bombeyî ya li dijî mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn. Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê di encama 2 teqînan de 107 kesan jiyana xwe ji dest da û 500 kes jî birîndar bûn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li hemberî ciwanên sosyalîst, demokrat ên xwestin alîkariya zarokên ji ber êrişên çeteyan birîndar bûne bikin, êriş pêk hat û 32 kes hatin qetilkirin.

Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di malekê de 2 polîs hatin kuştin û ev bûyer wek destpêka fermî ya 'Plana Têkbirinê' hat qebûlkirin.

PLAN EWILÎ LI RÊBER OCALAN FERZ KIRIN

Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê, gel û cîhana derve re qut kirin û hevdîtin hatin astengkirin. Di 9'ê Îlona 2015'an de bi navê "Doza Kobanê" operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin. Li gelek cihên wekî Cizîr, Sûr, Silopî, Nisêbîn û Geverê li dijî êrişên di çarçoveya Plana Têkbirinê de xwerêveberî hatin îlankirin lê rejîma AKP'ê bi sedan mirov qetil kirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER BAŞÛR Û ROJAVA DEST PÊ KIRIN

Desthilata AKP-MHP'ê sala 2017'an êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Başûre Kurdistanê bi rengekî ji yên berê cudatir pêk anîn û hewl da armancên xwe yên Mîsakî Mîllîyê bi cih bîne. Di 2017'an de dewleta Tirk bajarên Cerablus, Bab û Dabiq dagir kirin û di dawiya heman salê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi êrişa dagirkeriyê kir. Di Çileya 2018'an de Efrîn û di 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê domandin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku sala 2021'an dest bi êrişa dagirkeriyê ya li dijî Zap, Mîetîna û Avaşînê kir, li pêşberî berxwedana gerîla derbeke giran xwar û 14'ê Nîsana 2022'yan de bi desteka xiyaneta PDK'ê careke din êriş bir ser Zap, Avaşîn û Metînayê. Dewleta Tirk ji sala 2019'an ve êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek li dijî pêşengên şoreşê yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Ji aliyekî din ve dewleta Tirk bi berdewamî gefa dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dixwe. Di civîna dawîn a NATO'yê de, faşîzma AKP'ê rakirina ambargoya çekan a li dijî endamtiya NATO'yê ya Fînlandiya û Swêdê û qirkirina Kurdan erê kiribû. Fînlandiya di 3'yê Nîsana 2023'an de tev li NATO'yê bû û bû endama 31’an.

Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê de, faşîzma AKP/MHP’ê ku di dîroka Tirkiyeyê de zimanê herî êrişkar û nîjadperest bi kar anî û li ser hemû beşên civakê dijminatiya li dijî Kurdan ferz kir. Heta di tûra duyemîn a hilbijartinan de gelek aliyên muxalîf jî siyaseta xwe li ser dijberiya Kurdan meşand. Gelê Kurdistanê bi berxwedanê bersiv da hemû êrişên fîzîkî, psîkolojîk û bêexlaq û şefê AKP'ê Erdogan li Kurdistanê têk çû. Erdogan ji nû ve wek serokkomar hate hilbijartin û di axaftina xwe ya piştî hilbijartinan de peyama êrişên îmhayê da. Kurd jî ku ketine sala 20'an a Pêngava 1'ê Hezîranê, bi heman ruhî bersivê didin û ji cîhanê re radigihînin ku ew ê faşîzmê hilweşînin.