Di mehekê de li Efrînê zarokek hat kuştin 53 kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de zarokek kuşt, 53 kesên ku 4 ji wan jin in revandin. Bi hevkariya rêxistinên Qeterî û Kuweyîtî jî li çiyayê Lêlûn û gundê Şadêrê avahiyên mêtingeriyê ava kirin.

Di mehekê de li Efrînê zarokek hat kuştin 53 kes hatin revandin
1 hezîran, 2023   04:49
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê bi ajansa me re parve kirine, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrîna dagirkirî berdewam in. Rêxistinê da zanîn ku li dijî şêniyan sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin û guhertina demografî pêk tên, li dijî xwezaya wê jî sûcên darbirîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdwam in.

53 WELATÎ HATIN REVANDIN

Rêxistinê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (polîsa leşkerî, ya sivîl, El Cebhe El Şamiyê û çeteyên Emşat) di meha Gulana borî de bi bihaneyên vala û nerast revandin53 kes revandin. Di nav de 4 jin hene. Li beramber serbestberdana wan bi hezaran dolar xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kesên revandî ber bi deverên nediyar ve dibin da ku wan bitirsînin û pereyan ji xwediyên wan bistînin. Eger wan pere nedan jî çete girtiyan li binerdên li deverên cuda yên kantona Efrîna dagirkirî dihêlin û li wir rojane îşkence li wan dikin.

ZAROKEK HAT KUŞTIN Û 25 DIN BIRÎNDAR BÛN

Piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, di encama guleberdana bêserûber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zarokek ji kampa Mehmûdiyê hat kuştin û 25 din jî birîndar bûn.

BIRÎNA BI SEDAN DARÊN EFRÎNA DAGIRKIRÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de, xwezaya wê têk dibin. Di meha Gulana borî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 900 darên zeytûnê û yên merxê li navenda bajêr û navçeyên Mabeta û Reco birîne; da ku wan bikin êzing û li sûkên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê bifiroşin.

AVAKIRINA AVAHIYÊN MÊTINGERIYÊ LI ÇIYAYÊ LÊLÛN Û GUNDÊ ŞADÊRÊ

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên qeterî, kuweytî û filistînî avahiyên mêtingeriyê li gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî ava dikin.

Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa nêzî 50 avahiyên mêtingeriyê yên nû hatin avakirin. Piştre jî wesayîtên kolandinê, 30 hiktar zeviyê herêma navborî bi erdê re doz kir.

Rêxistinê destnîşan kir ku Desteya Alîkariyê ya Cîhanî "Insur" bi hevkariya komeleyên filistînî avahiya mêtingeriyê ya "Emel 2" li çiyayê Lêlûn ê başûrê rojhilatê kantona Efrîna dagirkirî ava kir.

(mh/şx)

ANHA