Li Girê Spî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn

Li Girê Spî yê dagirkirî, ji ber ku du komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin, 2 çete birîndar bûn.

Li Girê Spî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn
31 gulan, 2023   17:39
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên qaşo têkoşîna li dijî terorê û çeteyên komeke din ên dewleta Tirk a dagirker li sûka kantonê bi hev ketine.

Heman çavkanî, diyar kir ku di encamê de 2 çeteyên qaşo koma têkoşîna li dijî terorê de birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya kantonê.

Lê heta vê kêliyê, sedema şer nehatiye zanîn.

(şx)

ANHA