​​​​​​​Piştî hilbijartinan nirxê lîreyê Tirk dadikeve

Piştî ku li Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji nû ve hate hilbijartin, nirxê lîreyê Tirkiyeyê li lez dadikeve. Aborînas dibêjin dibe ku nirxê dolar bigihêje heta 28 lîreyî.

​​​​​​​Piştî hilbijartinan nirxê lîreyê Tirk dadikeve
30 gulan, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Tirkiyeyê roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê çêbû. Piştî ku hate eşkerekirin Recep Tayyîp Erdogan bi ser ketiye, lîreyê Tirk di asteke dîrokî de bê qîmet bû û dolarek bû zêdetirî 20 lîreyî.

Erdogan di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de got dê polîtîkayên xwe yên heta niha, ji niha û pê ve jî bidomîne.

Ajansên navneteweyî têkildarî mijarê destnîşan kir ku encamên gavên ji bo zêdekirina mûçeyan ên li dijî enflasyona bilind a li Tirkiyeyê yên beriya hilbijartinê, dê piştî hilbijartinê diyar bibin.

Ji fîrmaya Tellimer a li Îmaratê Hasnaîn Malîk li ser mijarê got: "Hilbijartina Erdogan derfeta razemeniyê nade tu sermayeya biyanî. Di rêyeke krîzê ya giran de ku bandorê li sermayeyê dike; enflasyon gelekî bilind e, rêjeya faîzê gelekî nizm e û rezervên dowîzê jî qet nîn in.”

Aborînasê ji DYA'yê Roger Mark jî hişyarî da ku krîza hevsengiya dayînan a li Tirkiyeyê dibe ku kûr bibe û kontrola sermayeyê zêde bibe û got: "Eger polîtîka neyê guhertin, Tirkiye ber bi krîzeke dayînê ya di asteke bilind de diçe; dibe ku kontrolên sermayeyê yên girantir zêde bibin. Ev rewş dibe ku bibe sedem mirov bi zorê dolar bike lîre; dibe ku Tirk nekarin deynê xwe yê derve bidin."