Komkara Erebî û NY'yê dosyaya penaberan nîqaş kir

Di çarçoveya biryara lûtkeya Cedayê de, sekreterê giştî yê Komkara Erebî û komîserê kar û barên penaberan ê NY'yê rewşa penaberên Sûriyeyê yên li welatên Ereban nîqaş kir.

Komkara Erebî û NY'yê dosyaya penaberan nîqaş kir
30 gulan, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê gişt yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt bi komîserê kar û barên penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi re hevdîtin kir û rewşa penaberên sûriyeyî yên li welatên Ereban re nîqaş kir.

Her du aliyan got pêwîstî bi xebateke cidî heye ku vegera dilxwazî ya penaberên sûriyeyî mîsoger bibe. Her wiha bal kişandin ser rewşa penaberên li welatên Ereban, nemaze yên li Sûdanê ku piştî şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de penaber bûn.

Ebû Xeyt anî ziman ku divê komîserî destekê bide welatên ku penaber pêşwaz kirine û got wekî gava pêşîn a rawestandina êşa sivîlan divê şer bi temamî were rawestandin da ku rêxistinên alîkariyê bikarin bixebitin.

XEBATÊN RÊVEBERIYA XWESER ÊN VEGERANDINA PENABERAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30′ê Nîsanê de ragihandibû ku ew amade ye alîkariya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê bike. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser 7 malbat (50 kes) ku piraniya wan ji Girê Spî ne, anîn kampa Hikumiye ya li bakurê Reqayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27′ê Nîsanê de jî ji bo piştgirî û mîsogerkirina vegera welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li Sûdanê asê mane, komîteyek ava kir. Rêveberiyê 22′yê Gulanê 161 kes bi rêya balafirgeha Qamişloyê vegerandin û xebatên vegerandinê didomîne.

13 MILYON PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI SERANSERÊ CÎHANÊ

Li gorî raporan, heta 2022′yan nêzî 13 milyon penaberên sûriyeyî li seranserê cîhanê hene, ji wan 5.6 milyon li welatên cîran in.

(fr)