Parêzeran têkildarî îşkenceya li Geverê daxuyanî da

Baroya Colemêrgê têkildarî îşkenceya polîsên Tirk a li navçeya Geverê daxuyaniyek da û xwest lêpirsîneke xurt bê kirin.

Parêzeran têkildarî îşkenceya li Geverê daxuyanî da
30 gulan, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Baroya Colemêrgê têkildarî îşkenceya polîsên dewleta Tirk a duh di serdegirtina malan a li navçeya Geverê ya Colemêrgê de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Baroyê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi yek ji ciwanên îşkence lê hatibû kirin Mûstafa Bor re axivîne û beyanên wî qeyd kirine. Baroyê da zanîn ku daxwaza rêvebirina lêpirsîneke bibandor kirine û bang kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsîneke bibandor dest pê bike.

Baroyê destnîşan kir ku îşkence li dijî rûmeta mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin û wiha got: "Sûcdariya der barê wan de çi bibe bila bibe, li tu kesê bi tu awayî di tu astê de îşkence nikare bê kirin û mûameleya nebaş nikare bê kirin. Têkildarî peywîrdarên ku vê dikin, divê demildest tişta pêwîst bê kirin. Em ji meqamên darazê daxwaz dikin ku li dijî îşkence, pêkanînên dijmirovahî û mûameleya nebaş û tundiyê lêpirsîneke bi bandor û lezgîn bimeşînin û sûcdaran ceza bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em şopdarên pêvajoya hiqûqî ne."