‘Desteka mala Barzanî ji bo Erdogan, me diêşîne’

Malbatên şehîdan ên ji Efrînê pîrozbahiya mala Barzanî li Erdogan, wek pîrozkirina qirkirina Kurdan bi nav kir û got “Destekdayîna mala Barzanî ji bo Erdogan, me diêşîne. Bila çavên xwe vekin û bes xiyanetê li gelê xwe bikin.”

‘Desteka mala Barzanî ji bo Erdogan, me diêşîne’
30 gulan, 2023   07:00
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Di 28’ê Gulanê de tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Di hilbijartinan de carek din kujerê zarokên Kurdan Recep Tayyîp Erdogan hat hilbijartin.

Ji kesên destpêkê ku pîrozbahî li Erdogan kirin, serokwezîrê “Herêma Kurdistanê” Mesrûr Barzanî û serokê “Herêma Kurdistanê” Nêçîrvan Barzanî bûn.

Malbatên şehîdên ên ji Efrînê ku di encama êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ev zêdetirî 5 sal e ji warê xwe koçber bûne û li kantona Şehbayê bi cih dibin, têkildarî mijarê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

'BILA BES XIYANETÊ BIKIN'

Dayika Şehîd Gerzan, Emel Qehreman anî ziman ku malbata Barzanî bi vê helwestê careke din xiyaneta xwe ji gelê Kurd re nîşan da û got: “Dewlata Tirk bi salan e dijminê me ye û gelê Kurd dike qurbanî. Bila mala Barzanî dest ji xiyanetiyê berde. Destekdayîna mala Barzanî ji bo Erdogan, me diêşîne. Bila çavên xwe vekin û bes xiyanetê li gelê xwe bikin.”

'PÎROZKIRINA QIRKIRINÊ!’

Bavê şehîd Şîlan Hesen Berko jî destnîşan kir ku pîrozkirina Erdogan ji aliyê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve, cihê şermê ye û wiha dom kir: “Peyama pîrozkirina Erdogan, peyama qirkirina Kurdan e. PDK, Erdogan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê, yan ji ber dagirkirina Efrînê pîroz dike? Îxanet di ruhê wan de hatiye çandin.”

Berko wiha pê de çû: “Nêçîrvan û Mesûd Barzanî hebûna Erdogan li ser hikumê wekî hebûna xwe dibînin, têkçûna wî jî wek têkçûna xwe dibînin. Em vê ji bo gelê Başûr nabêjin, ji bo mala Barzanî dibêjin. Gelê Başûr şiyar bûye û dizane çi dibe. Lê destê mala Barzanî di xwîna Kurdan de heye. Gelê Kurd vê xiyanetê qebûl nake."

'WAN JI AVA TIRKIYEYÊ VEXWARIYE'

Arif Sîdo jî ku birayê şehîd Rêzan û şehîd Xelat e, gotina pêşiyan a “Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” bi bîr xist û got : “Yê ku dijminê xwe nas nake, yê ku dibêje ez Kurd im lê xiyanetê li gelê xwe dike, Kurdan reş dike. Ev jî mala Barzanî ye. Yê ku bi dil û can doza kurdbûnê dike, ew Kurd e."

Sîdo diyar kir ku Barzaniyan ji ava Tirkiyeyê vexwariye û nikarin dest ji xiyanetiyê berdin û wiha axaftina xwe bi dawî kir : "Em li hemberî zor û zehmetiyan bê deng nabin, em ê têkoşînê dewam bikin.”

(c)

ANHA