​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-5-2023
29 gulan, 2023   23:00

Malbatên şehîdan diyar kir ku ew hêza xwe ya têkoşînê ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digirin û got “Bi xurtkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan em ê wefadariya xwe ya bi Rêbertiya xwe re nîşan bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên Şehîdan dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û teqezî bi domandina piştgiriyê ji bo şêniyên Mexmûrê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Geşedanên dawîn ên Lîbyayê nîşan didin ku di dan û standinên nûnerên Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê yên li bajarê Bûzenîqa yê Mexribê de, lihevkirin çêbûye. (BI WÊNE)

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket, bi gelek aloziyên siyasî re ku wî bi xwe derxistine, rû bi rû ye. Lê pirsa girîng ev e; dê Erdogan çawa nêzîkî van aloziyan bibe? (BI WÊNE)

Salih Muslim destnîşan kir ku faşîzma AKP/MHP’ê bi rêbazên qirêj û tifaqa li gel mafya, Hîzbûlahê di hilbijartinan de serkeftî xuya kiriye, lê ji hundirve hildiweşe û wê bikeve qonaxeke tarî. Muslim bal kişand ku Kurd tevî hemû êrîşan serkeftî bûne û mînaka xweparastin û pêşengîtiya têkoşîna demokrasiyê careke din nîşan daye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Şêxmeqsûdê broşûran têkildarî berxwedana li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo têkildarî “Nirxên şehadetê û şehîdan, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan” semînerekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên meha Gulanê li hola Serdem a bajêr bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 NIvîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, ya rojavayê Dêrazorê konferansa xwe ya yekemîn li herêma 7 Kîlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an li Navenda Çand û Hunerê ya MIhemed Şêxo bi dawî dibe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA