​​​​​​​Malbatên şehîdan: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em tê bikoşin

Malbatên şehîdan diyar kir ku ew hêza xwe ya têkoşînê ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digirin û got “Bi xurtkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan em ê wefadariya xwe ya bi Rêbertiya xwe re nîşan bidin."

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em tê bikoşin
29 gulan, 2023   23:38
QAMIŞLO - BESNA ŞEMO

Malbatên şehîdan ên kantona Qamişloyê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan hêviya azadî û çareserkirina pirsgirêka Kurd e û got ew ê têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî xurt bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192421_-.webp

Bavê şehîd Çeleng, Elî Elî anî ziman ku fikr û felsefeya neteweya demokratîk dermanê nexweşiyên civakê ye. Elî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bêparhiştina wî ji tevahî mafên wî û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192501_-.webp

Birayê şehîd Zagros Çilaxa, Hisên Îbrahîm jî got ramanên Rêber Abdullah Ocalan gel rizgar kir û rêya wan ronî kir, bi saya vî ramanê gel çand û dîroka xwe ji helandinê diparêzin. Her wiha Îbrahîm bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di xurtkirina hevgirtin û jiyana hevbeş a pêkhateyan de.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192432_-.webp

Xwişka şehîd Xebat Til Koçer, Şecûra Mihemed Sekvan bal kişand ser asta bandora jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têkoşîna azadiyê û got Rêber Ocalan îradeya jinan xurt kir da ku bikarin rola xwe di birêxistinkirin û rizgarkirina civakê de pêk bînin.

Şecûra Mihemed Sekvan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

/kr/uploads/files/2023/05/29/192449_-.webp

Xwişka şehîd Gabar Til Elo, Xewla Silêman Mihemed jî destnîşan kir ku ew hêza xwe ya têkoşînê ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digire û got: "Rêber Abdullah Ocalan hêviya azadî û çareserkirina pirsgirêka Kurd ye. Ramanên Rêber Abdullah banga domandina têkoşînê dikin. Ruxmî tecrîda girankirî ya li dijî wî, em şopdarên xeta wî ne."

(bb)

ANHA