Pêşangeha Şêwekariyê di roja duyemîn de ye

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8'emîn ku 28`ê Gulanê bi tevlêbûna gelek şêwekaran li Qamişloyê dest pê kiribû, di roja duyemîn de didome.

29 gulan, 2023   11:05
QAMİŞLO

Pêşangeh bi dirûşma “Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê tê lidarxistin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirin.

Di pêşangehê de 109 tabloyên ku zêdetirî 100 şêwekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xêz kirine, tên pêşandan. Her wiha 50 şêwekar jin in.

Tablo li ser çand û folklora kurdî, cihên dîrokî yên Efrînê û girêdana bi darên zeytûnan, xweza, malên Kurdan, penaberî û hwd in. Her wiha wêneyên şervanên YPJ`ê û yê şehîd Apê Yûsif Gulo di nava tabloyan de cih digirin.

Eleqeyeke mezin ji bo pêşangehê heye û dê sibê bi dawî bibe.

(he/c)

ANHA