57 malbatên li kampa Holê vegeriyan warê xwe

Rêveberiya Xweser di çarçoveya vegera bi dilxwazî ya koçberên li kampa Holê de, 57 malbatên minbicî vegerandin warê wan.

57 malbatên li kampa Holê vegeriyan warê xwe
29 gulan, 2023   11:48
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo koçberên Sûriyeyê yên li kampa Holê yên ku dixwazin vegerin warê xwe, di 10'ê Cotmeha 2020'î de biryarek dabû. Ev biryar di encama civîna li gel endamên MSD’ê, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de hate dayîn. Civîn 5'ê Cotmeha heman salê hatibû lidarxistin.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya pêkanîna biryarê de 57 malbatên minbicî ku ji 219 kesan pêk tên, vegerandin warên wan.

Li gorî berpirsên nivîsgeha derketina ji kampa Holê, ev beş a yekemîn a îsal e û heta niha 44 beş jê derketine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dema vegera malbatan de refaqatê jê re dike.

Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên xwedî îdeolojiya tundraw lê hene. Li gorî daneyên dawîn ên ku ajansa me di Tebaxa 2022'yan de wergirtin, li kampê 27 hezar û 816 penaberên iraqî, 483 koçberên Sûriyeyê û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞ'ê hene.

(bb)

ANHA