Li herêmên dagirkirî çeteyan 30 kes birîndar kirin

Li herêmên dagirkirî çeteyan ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de, gule teqandin û di encamê de 30 kes birîndar bûn.

Li herêmên dagirkirî çeteyan 30 kes birîndar kirin
29 gulan, 2023   09:58
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa me, duh li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê yên bajarê Efrîna dagirkirî, çeteyan ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de ketober gule teqandin. Di encamê de bi giştî 25 kes birîndar bûn.

SOHR’ê jî ragihand ku li bajarê Ezazê li nêzî Firina Zera 2 kes, li kampa Secoyê jî jinek birîndar bûn, her wiha diyar kir ku li Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku gule heta serê vê sibehê jî hatin avêtin.

Çavkaniyên din jî diyar kir ku duh li taxa Mehmûdiyê zarokek bi guleyên çeteyan hatiye qetilkirin.

(bb)

ANHA