Rojnameyên erebî: Erdogan sûd ji çapemenî û saziyên dewletê girt

Rojnameyên erebî diyar kir ku Erdogan sûd ji serweriya hikumetê ya li ser dezgehên ragihandinê girt û di hilbijartinan de bi ser ket. Rayedarên iraqî plana guherandina xetên hinartina petrola Iraqê bo Sûriye, Urdin û Erebistana Siûdî gotûbêj dikin da ku pêşî li provokasyênên Tirkiyeyê bigirin.

Rojnameyên erebî: Erdogan sûd ji çapemenî û saziyên dewletê girt
29 gulan, 2023   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê, planên Iraqê yên têkildarî hindarkirina petrolê û rewşa Lîbyayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘TIRKIYE CARA DAWÎN DI BIN EBAYA ERDOGAN DE YE'

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê wiha nivîsî: "Hilbijêrên Tirk roja yekşemê biryar da ku erka serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dirêj bikin û ji bo cara sêyem heta sala 2028'an û di bin ebaya desthilata wî de bimînin. Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) gihand ku li gorî encamên heyî Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47.86’ê dengan wergirtine.

Serokê YSK’ê Ahmet Yener daxuyand ku piştî jimartina ji sedî 99.43 dengan, Kiliçdaroglu ji sedî 47.86 deng wergirtin û got di navbera dengên her du namzetan de ferq zêdetirî 2 milyon dengan e, dengên mayî yên ku hîn nehatine jimartin, tiştekî naguherînin.

Li gorî daneyên destpêkê, rêjeya beşdarbûna tûra dawîn ji sedî 84 bû, lê di tûra yekemîn de ji sedî 89 bû.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan anî ziman ku rewşên neyînî ku bikarin bandorê li proseya dengdanê bikin, çênebin. Namzetê muxalif Kemal Kiliçdarogul got ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane. Lê têkildarî encaman guman nekir. Kiliçdaroglu got ew ê têkoşînê bidomîne û anî ziman ku di vê hilbijartinê de careke din derketiye holê ku gel xwestiye rejîma otorîter bê guherandin.

Kiliçdaroglu ji ber desteka dezgehên çapemeniyê yên sereke yên li welat a ji bo Erdogan û serweriya hikumetê ya li ser zêdetirî ji sedî 90 dezgehên çapemeniyê, televîzyona fermî ya dewletê, zehmetî kişand.”

‘IRAQ PLAN DIKE DERIYÊN HINARTINA PETROLÊ BIGUHERÎNE’

Têkildarî têkiliyên Tirkiye-Iraqê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Ji bo derbaskirina provokasyonên Tirkiyeyê ya ku redkirina hinartina petrola Iraqê ji zeviyên Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê didomîne, rayedarên Iraqê palana vejandina xetên hinartina petrola Iraqê bo Sûriye, Urdin û Erebistana Siûdî nîqaş dikin.

Ji dema ku Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî li Parîsê biryar da ku Enqere bi qasî 1.5 milyar dolar tezmînat bide Iraqê Tirkiye biryar da hinardekirina 450 hezar bermîlên petrolê di rojekê de rawestîne. Xebatên hinardekirinê bi hemahengî di navbera Hewlêr û Enqereyê de, bêyî erêkirina Bexdayê jî hatine birêxistinkirin û nirxên wê hatin kêmkirin. Ev yek beşek ji bazarên gendeliyê yên piralî bûne. Biryara Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî di vê çarçoveyê de hat.

Tirkiye hewl dide dayîna tazmînatê paşguh bike. Lê rawestandina hinardekirinê her roj bi qasî 31 milyon dolar zirarê digihîne Iraqê ku her meh bi qasî milyarek dolar e. Ji nîvê meha Adarê ve xet hatiye rawestandin.

Aliyê stratejîk ê girêdayî her sê xetên erebî ji bo Bexdayê hêviya dîtina dergehên alternatif û dayîmî yên ji bo hindarkirina petrolê ye. Li gorî vê yekê dibe ji destpêka 2027'an ve rojane 8 mîlyon bermîl berhem bide.  Lê her xeteke pêdiviya wî bi fenanseya ji 2 hezar 8 mîlyar dolar heye.

Şêwirmendê têkiliyên derve yê serokwezîrê Iraqê Ferhad Elaedîn diyar kir ku ji bo vejandina xeta petrolê ya bi Erebistana Siûdî diyalog hene. Nêrîn hebû ku xeta petrolê ya bi rêya Sûriyeyê were aktîfkirin û xeta petrolê ya Besra û Eqebe niha ji aliyê şêwiran ve tê lêkolînkirin.

Projeya xeta Besra-Eqebe gelek caran di aliyê detayên plana finansekirin û milkiyetê de hat lêkolînkirin, lê ji ber zextên komên alîgirên Iraqê ev proje hat betalkirin. Alîgirên Iraqê difikirin ku gihandina petrol Iraqê bo bendera Eqebe dê bihêle ku Israîlê sûdê jê bigire, lê berpirsên urdinî ev îdia derewandin, ji ber ku bendera Eqebe di bin serweriya Urdinê de ye.''

'YEKKIRINA SAZIYÊN LEŞKERÎ LI LÎBYAYÊ ROJEVA SEREKE YE'

Der barê Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Yekkirina saziyên leşkerî hîna di rojeva giştî ya Lîbyayê de dosyaya herî li pêş e, ji ber ku têkiliyên organîk ên vê dosyayê bi şertên komên navxweyî, an civaka navneteweyî, hêzên derve yên ku destwerdanê dikin da ku çareseriya siyasî û ewlehî were dîtin re hene.

Çavdêran diyark kir, bûyerên ku roja Pêncşema borî li bajarê Zawiyê yê rojavayê Terablusê rû da, dosyaya ewlehî anî pêş û gelek pirs li ser xebatên pêşîn ên pêvajoya bê raxistin. Di heman demê de axaftin li ser hewla pêkanîna hilbijartinan li şûna çareya dawîn a îsal di sê mehên pêşîn ên sala bê dehatin kirin.

Aliyên lîbyayî destnîşan kir ku dosyaya ewlehiyê bi xurt derketiye pêş, nemaze ku metirsî hene ku li gelek herêman tevlihevî çêbibe. Sedema vê yekê derbasbûna milîsan û şebekeyên qaçaçîtiyê û bandora rewşa Sûdanê li sînor başûr ê Lîbyayê, ev hemû dihêlin ku saziyên leşkerî yekitiya xwe ava bikin."

(bb)