Dagirkeran zeviyên cotkaran şewitandin

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê rojhilat ê navçeya Eyn Îsayê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Dagirkeran zeviyên cotkaran şewitandin
28 gulan, 2023   11:23
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê Fatisa yê 15 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê kirin hedef. Di encamê de bi dehan hektarên zeviyên genim û ceh şewitîn.

Ekîpên agirkujiyê ji ber êrişên dagirkeran ên ji baregeha li gundê Şirgirakê yê li beramberî rêya M4 nikarin xwe bighînên cihê şewatê.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh zeviyên çandiniyê yên li gundê Silêbê gulebaran kirin, di encamê de şewat derket. Agir beriya ku berfireh bibe ji aliyê şêniyan ve hat vemirandin.

ANHA