Ji ser sindoqan banga 'ji bo guherînê dengê xwe bidin'

Hevserokên HDP`ê, hevserokê berê yê HDP`ê û dayika Emîne Şenyaşar ên ku di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de dengê xwe bi kar anîn, bang li her kesê kirin ku biçin ser sindoqan û ji bo guherînê raya xwe bidin.

Ji ser sindoqan banga 'ji bo guherînê dengê xwe bidin'
28 gulan, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet di 08:00`an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê dest pê kir.

Di hilbijartinê de namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû û namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan ketine pêşbirkê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Dibistana Seretayî ya Metîn Koluk a li navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe da.

Piştî dengdayînê, Pervîn axaftin kir û got: “Îro rojeke girîng e. Belkî jî rojeke dîrokî ye. Me her tim hêviya xwe ya guherîna qedera xwe ya di vê roja dîrokî de winda nekir. Hêviyeke mezin heye. Banga min ji bo her kesên dibêjin ‘ez ê dengê xwe nedim û tiştek ji dengekî nabe’ ev e; dengek gelek tiştan diguherîne. Dengek qedera welatekî diguherîne. Dengek qedera civakekê diguherîne. Lewma ji kerema xwe bila her kes biçe dengê xwe bide.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê bi hevjîna xwe Ceren Sancar re dengê xwe da.

Sancar piştî dengdayînê axivî û bang kir: “Bila herkes biçe ser sindoqan, teqez dengên xwe bidin ji ber ku ev tenê ne hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin. Dengdayîn tê re nake. Parastina dengê xwe herî kêm weke dayîna deng girîng e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, li ser hesaba xwe ya twîtterê wêneyekê xwe yê dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”

Dayika Emîne Şenyaşar jî ku di 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du zarokên wê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû dengê xwe da. Malbatê dengê xwe li Dibistana Amadehî ya Keçan a Anadoluyê ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasiyê ya Pirsûsê dengê xwe da.

 Emîne Şenyaşar piştî dengdayînê axaftineke kurt kir û wiha got: “Xwedî li dengên xwe derkevin. Em ji vê pêvajoya giran derkevin. Bi izna Xwedê dê guherîn çêbibe.”

(c)