Ciwanên Şoreşger hejmara 19`emîn a kovara xwe derxist

Hejmara 19`an a Kovara Tevgera Ciwanên Şorêşger ya mehên Gulan û Hezîranê bi dirûşma “Cena Azadiyê Serbixin” derket.

Ciwanên Şoreşger hejmara 19`emîn a kovara xwe derxist
28 gulan, 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê kovara xwe ya “Ciwanên Şoreşger” ya hejmar 19 derxist.

Di kovarê de nivîsên Kurdî û Erebî hatine nivîsîn. Nivîsên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li li ser mîlîtanbûyînê, perspektîfên TCŞ’ê û jinên ciwan, portre li ser jiyana Şehîd Şahîn Cûdî jî di kovarê de hatine bicihkirin.

Di naveroka kovarê de stratejîya Şerê Gel ê Şoreşgerî û pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” cihê xwe digre.

Kovara Ciwanên Şoreşger ji destpêka şoerşa 19`ê Tîrmehê de her du mehan carekê tê derxistin.

(c)