Ji bo 2 şehîdan merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê merasîmeke xiyabî ji bo du şehîdan li gundê Til Tawîl li dar xist. Beşdarên merasîmê destnîşan kir ku dev ji xeta şehîdan bernadin.

Ji bo 2 şehîdan merasîma xiyabî
27 gulan, 2023   14:56
HESEKÊ

Bi dehan şênyiên Hesekê tev li merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê Adil Elî (Botan Zagros) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 5`ê Gulana 2023`yan de şehîd bûbû û şervanê QSD`ê şehîd Hisên Ezîz (Erebo Hesekê) bûn.

Di merasîmê de ku li gundê Til Tawîl ê Hesekê li dar ketiye endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Berae El Salih axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Yek ji fermandarên YPG`ê Mistefa Şerîf axivî û got: “Her du şehîdan li hember êrişên terorîstan û dewleta Tirk a dagirker û di oxira pêkanîna azadiyê û ewlehiyê ji pêkhateyên herêmê û gelê Kurdistanê re, li ber xwe dan û canê xwe feda kirin.”

Mistefa Şerîf soz da ku rêya têkoşîna şehîdan bişopîne ta serkeftinê bi dest dixin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulcîn Ehmê wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran “Bijî berxwedana şehîdan” û Şehîd namirin” berz kirin.

(dm/şx)

ANHA