Turnuvaya badmîtona mêran bi dawî bû

Li herêma Cizîrê turnuvaya badmîtona mêran li dar ket û bi serketina kluba Serdem bi dawî bû.

Turnuvaya badmîtona mêran bi dawî bû
27 gulan, 2023   14:47
QAMIŞLO

Nivîsgeha Listikên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya badmîtona mêran a 2023`yan bi tevlêbûna 6 kluban; Biratî, Ciwanê Baz, Serdem, Cûdî û Yekitî li hola werzîşê ya navçeya Amûdê li dar xist.

Di qonaxa yekemîn a turnuvayê de, lîstikvan li ser 2 koman hatin belavkirin. Di her komekê de 6 listikvanê hebûn. Li hember hev lîstin. Ji her komekê lîstikvanê serkfetî derbasî qonaxa din bû.

PÊŞKETINA LISTÎK LI HERÊMÊ

Der barê listîkê de, endamê Komîteya Teknîkî ya Badmîtona Kamle Mihemed got: “Di aliyê tevlêbûnê, performans û pêşbaziyê de turnuva baş bû. Em hêvî dikin ku di turnuvayên bê de tevlêbûn ji vê zêdetir be. JI ber ku ev listîk li herêmê geş dibe û ji tevahî beşên civakê, lîstivan hene.”

Kamle qala astengiyên li pêşiya wan derdikevin kir û got: “Li gorî tê xwestin, em piştgiriyê ji aliyê Yekitiya Werzîşê ve nabînin. Stadên taybet ên vê listîkê tune ye û dewreyên perwerdeyê jî li dar nakevin.”

Pêşbaziya di navbera lîstikvanan de dijwar bû

Têkildarî girîngiya turnuvayê, lîstikvanê Kluba Serdem Kawa Selahê ku cara sêyemîn e tev li turnuvayê dibe û di ya sala borî de bû şampyon got : “Di salên borî de gelek lîstikvanên xurt derketin. Ev turnuva gelek girîng e ji bo me ku em asta lîstikvanan piştî perwerdeya salekê nas bikin. Em ji yekitiyê dixwazin ku turnuvayên wiha zêdetir li dar bixe ji ber ku êdî gelek tê hezkirin.” 

Di maça dawî de ku di navbera Kawa Selah ê ji Kluba Serdem û Ridwan Îbrahîm ê ji Kluba Cûdî de, Kawa Selah bi ser ket û bû şampyon. Lîstivanê Kluba Yekitî (Itîhad) Mûsa Ebdo pileya sêyemîn bi dest xist.

Di dawiyê de serokê Nivîsgeha Werzîşên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê Ebdullah Remo û endamên Komîteya Teknîkî her sê lîstivanên serkeftî xelat kirin.

Turnuvayên lîstikên takekesî û yên komî ji bo sala 2022 û 2023`yan li Herêma Cizîrê di 20`ê Çileyê de dest pê kirin.

Yekitiya Werzîşê her sal, turnuvaya badmîtona, li rex karate, aslatîk û volybolê li dar dixe.

Lîstikên komî mîna futbolê û volybolê li stadanên bajarên herêma Cizîrê berdewam in. Tevlêbûna jinan jî balkêş e. Tê payîn ku di çend rojên bê de turnuvaya futbolê ya jinên ciwan bi tevlêbûna 4 kluban li stada Heysem Keco ya Qamişlo bê lidarxistin.

(şx)

ANHA