Astengiyên li pêşiya jinên gundî navnîşana panelekê li Dêrazorê

Ji bo nîqaşkirina astengiyên li pêşiya jinên gundî derdikevin, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi dirûşma “Jinên gundewar kilîta guhertinê ne” li dar xist.

Astengiyên li pêşiya jinên gundî navnîşana panelekê li Dêrazorê
27 gulan, 2023   15:21
DÊRAZOR

Meclisê panela xwe li avahiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya li bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê li dar xist. Nûnerên partiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê tev li panelê bûn.

Berdevka meclisê, Muna El Hemadî panel bi rêve bir û qala astengiyên li pêşiya jinên gundewar li ser astên civakî, aborî û siyasî derdikevin kir.

/ar/uploads/files/2023/05/27/142533_whatsapp-image-2023-05-27-at-4.30.48-pm.webp

Muna wiha domand: “Jinên gundî ne tenê, di mal de dayîk û hevjîn e, lê belê li derve, li rex mêr di çandiniyê de kar dike. Jinên gundî, ji sedî 43`yê hêza karkerên çandiniyê ye ku piraniya wan xwe dispêrin jêderên xwezayî, çandinî û xwedîkirina sewalan da ku debara xwe bikin.”

Di panelê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin û di dawiyê de li ser hin xalan li hev kirin; xurtkirina jinan û jinên ciwan di aliyê aborî, civakî de û pêşxistina karîgeyên wan di qada çandiniyê û pîşeyî de, pêşxistina karîgeriyên zanîstî ya çandiniyê, teşwîqkirina însiyatîf û ramanan ku xwarineke ewle û tendurist ji malbatê re peyda dike û xwedîderketina li biryarên balkêş ên jinan.

(dm/şx)

ANHA