Çavkaniya fêrbûn û lêkolînê; Pirtûkxaneya Amara

Pirtûkxaneya Amara ku 15 hezar pirtûk lê hene, ji bo hezkiriyên xwendin, ziman û zanistê bûye meqsed. Her wiha bûye cihekî civata rewşenbîrî, wêjeyî, pevguhertinan fikr û nêrînan.

Çavkaniya fêrbûn û lêkolînê; Pirtûkxaneya Amara
Çavkaniya fêrbûn û lêkolînê; Pirtûkxaneya Amara
Çavkaniya fêrbûn û lêkolînê; Pirtûkxaneya Amara
27 gulan, 2023   01:45
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, yek ji qadên ku xebatên hêja dane meşandin, qada wêjeyê ye. Bi destpêkirina şoreşê re, xebatên nivîskî û wêjeyî jî bi pêş ketin. Gelek nivîskarên ku beriya şoreşê derfeta çapkirin û belavkirina berhmên xwe peyda nedikirin, bi şoreşê re di nava gelek saziyên têkildar de xwe bi rêxistin kirin, berhemên binirx pêşkêş kirin û di nivîsandina dîroka şoreşê de rol lîst.

Di salên şoreşê de ji bo zêdekirina çanda xwendinê û parastina zimanê dayikê, xwedîderketina li wêjeya kurdî gelek çalakî û xebatên wêjeyî hatin lidarxistin. Pê re jî gelek weşanxane û pirtûkxane hatin vekirin.

PIRTÛKXANEYEKE ŞOREŞÊ

‘Pirtûkxaneya Amara’ di Mijdara 2018`an de hat vekirin û yek ji pirtûkxaneya destpêkê yên şoreşê ye. Di pirtûkxaneyê de 15 hezar pirtûk hene. Ew pirtûk ne tenê ji berhemên nivîskarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, lê belê pirtûkên li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, heta Şam û Misirê hatine çapkirin jî lê hene.

Li wê derê pirtûkên bi zaravayên kurdî û zimanên erebî, îngilîzî û tirkî tên peydakirin. Pirtûkxane di heman demê ji bo xwendekarên zanîngehê jî cihê sûdwergirtinê ye.

Pirûtkxaneya Amara ne tenê cihê xwendin û lêkolînê ye, lê belê civatên rewşenbîr, nivîskar û xwendekaran lê çêdibin û nêrîn û fikrên xwe parve dikin. Her wiha Pirtûkxaneya Amara ji bo pirtûkxaneyên din ên li herêmê jî dibe çavkaniyek ku pirtûkên cur bi cur jê wergirin.

PÊŞXISTINA ÇANDA XWENDINÊ

/kr/uploads/files/2023/05/26/190619_1.webp

Selîm Ebbas ku xebatkarekî Pirtûkxaneya Amara ye, ji ajansa me re axivî. Ebbas anî ziman ku armanceke wan a sereke xurtkirina çandina xwendinê ye û got: “Em dixwazin çanda xwendinê di nava civakê de bi pêş bixin, bi taybet jî em hewl didin xwe bigihînin ciwanan.”

Ebbas da zanîn ku di pirtûkxaneyê de gelek berhemên cur bi cur hene û wiha dom kir: “Bê guman dema daxwaz hebe em sparîşan jî dikin, lê belê piraniya pirtûkan li herêmê hatine amadekirin.”

Ebbas got gelek pirtûkan ji Bakur û Başûrê Kurdistanê tînin, ji ber vê jî hin zehmetiyan dikişînin û wiha lê zêde kir: “Ev demek e ji ber ku deriyên sînor girtî ne, em nikarin pirtûkan ji derve bînin. Hikumeta Başûr jî gelek caran astengiyan derdixe.”

(c)

ANHA