Dîmenê êrişa leşkerên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê

Rojnews`ê dîmenên nû parve kirin. Di dîmenan de diyar dibe çawa leşkerên Iraqê guleyan berdidin penaberên Kampa Mexmûrê.

Dîmenê êrişa leşkerên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê
27 gulan, 2023   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Li hember vê ferzkirinê, xelkê Mexmûrê 8 roj in li hember leşker, wesayîtên zirxî, dorpêç û êrişê li ber xwe dide û dibêje ew ê bi tu awayî nehêlin ku kamp were têlkirin û dorpêçkirin.

Leşkerên Iraqê di 20’ê Gulanê de hewl da derdora wargehê têl bikin, şêniyên wargehê li hember wê hewldanê derketin. Lê leşkerên Iraqê rasterast gule berdan xelkê û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Ajansa Rojnews`ê dîmenên dema leşkerên Iraqê guleyan berdidin xelkê wargehê belav kirin. Di wan dîmenan de jî diyar dibe ku leşker raste rast gule di berdin xelkê wargehê.

Li gorî dîmen, di kêliya dawîn de ciwanek bi guleyê birîndar dibe û dikeve erdê.

Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê ragihandibû ku hêzên wan êrişî xelkê penaber nekirine, lê dîmenên hatine parvekirin tiştekî din dibêjin.

https://rojnews.video/upload/videos/2023/05/F2OcKHTOln7pultB7DPq_27_6d8cc60da3fcfed4fcca52b84fd69458_video_1080p_converted.mp4