​​​​​​​′Divê ji bo rizqê xwe em hevgirtî bin′

Bi berbangê re şiyar dibe û diçe nava zeviya xwe da ku parastina wê bike û dibêje "Divê em ji bo jêdera qûta xwe hevgirtî bin."

​​​​​​​′Divê ji bo rizqê xwe em hevgirtî bin′
27 gulan, 2023   03:18
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Ruxmî 75 saliya xwe, lê hîna ji bo parastina zeviyên xwe çalak e. Di qurmiçokên dest û rûyê xwe de sebir û hezkirinê dide malbat û civaka xwe.

Apê Remezan Hecî Seîd Osê (75) yê ji gundê Beyazê Biçûk ê li başûrê Tirbespiyê ya Qamişloyê, tevî zarokên xwe diçe nava zeviya xwe ya li heman gundî. Lê ruxmî rewşên jiyanê yên zehmet hîna bi xaka xwe ve girêdayî ye.

/kr/uploads/files/2023/05/26/190508_11.webp

Seîd Osê wiha dibêje: "Ruxmî temenê min 75 sal e, lê hîna piranî demên xwe li nava zeviyên xwe derbas dikim û çavdêriyê dikim. Bi hemû enerjiya xwe tê de dixebitim. Dema li tovên min çandî dinêrim û ew digihîne û heta dema çinînê diçe hestên xweş derbas dikim. Wê demê mewsima çinînê ye û jêdera qûta min û qûta zarokên min e."

Seîd Osê genim, ceh û sebzeyên havînê diçîne û di avdanê de xwe dispêre hewza ku beriya 30 salan ava kiriye. Dema diçe ser zeviyê carinan neviyê xwe yê biçûk jî dibe û wî fêrî çandiniyê dike.

Seîd Osê destnîşan kir ku ji bo parastina zeviyan ji şewat an jî kiryarên din divê şêniyên herêmê hevgirtî bin û bi komîteyên taybet û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.

Seîd Osê mînaka şewata bi hezaran hektaran li navçeya Tirbespiyê di 2019′an de bi bîr xist û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi nêzbûna şewatê ji gundê me re; jin, zarok, ciwan û kal û pîr ji bo vemirandina şewatan derketin û bergiriyan digirin.”

(fr)

ANHA