Li Hecînê bîranîna şehîdan

Cangoriyên azadiyê yên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê li Hecînê hatin bibîranîn.

Li Hecînê bîranîna şehîdan
Li Hecînê bîranîna şehîdan
Li Hecînê bîranîna şehîdan
Li Hecînê bîranîna şehîdan
Li Hecînê bîranîna şehîdan
23 gulan, 2023   12:26
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ji bo cangoriyên azadiyê yên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên pêngavên li dijî DAIŞ'ê merasîmê bîranînê li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, şervan û fermandarên meclisên leşkerî di merasîmê de amade bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rena Mihyedîn axivî, şehîdên pêngava li dijî DAIŞ'ê bi bîr anîn û got:  "Şehîdan di rêya azadî û jiyaneke bi rûmet de canê xwe feda kir. Şehîn me pîroz in û wê her tim di bîra me de bin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Şemlan Şemlan jî got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Şehîdan ji bo rizgarkirina vê xatê ji terorê û ji bo em bi azadî û bi aramî bijîn berdêlên giran dane."

Şemlan soza şopandina xeta şehîdan da û got:  "Destkeftiyên li ser vê xakê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e."

Hevserokê Meclisa  gundewarê rojhilatê Dêrazorê yê Partiya Sûriye Pêşerojê Yehya El Elî jî got: "Şehîd xwediyên meqamên bilind in, meşaleya ku rêya me ronî dikin in ta em bighêjin jiyaneke ewle û Sûriyeke pirrengî ya nenavendî."

Şehîdên hatin bibîranîn ev in: Emar Şemlan, Mihemed Cebel, Ebduselam Eswed, Ebdurehman El Mihemed, Mihemed El Ebid, Tariq El Hemed, Wenes Selame, Emîr Xelef, Xalid Selame, Mistefa Kesar û Seyah El Ebid.

(bb)

ANHA