​​​​​​​Daxuyaniya der barê êrişa li Şengalê de

Meclisa Erebên Şengalê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî malekê li gundê Xelef ê Şengalê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrişê astengkirina vegera êzidiyên koçber li Şengalê ye. Mecilsê bang li hikumeta Iraqê jî kir ku serweriya axa Iraqê biparêze.

​​​​​​​Daxuyaniya der barê êrişa li Şengalê de
23 gulan, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di seatên sibehê de balafireke keşfê ya biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelef ê girêdayî Barê ya Şengalê li malekê da. Piştî êrişê lijneyek ji aliyê Artêşa Iraqê, Emin Elwetenî û polîsan ve, ji bo lêkolînê serdana cihê bûyerê kir, lê lêkolîna wan bê encam bû.

Meclisa Erebên Şengalê têkildarî êrişê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê meclisê Ebû Seqir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em wek Meclisa Erebên gundewarên Şengalê bi tûndî êrişên li ser Şengalê şermezar dikin, em dewleta Iraqê jî şeremazar dikin û ji wan re dibêjin serweriya axa xwe biparêzin, hûn ne ji wan dewletan in ku her kes were axa we dagir bike.

Ev cihê ku dewleta Tirk êriş kiriye cihek sivîl e û yek ji gundên girêdayî Xanesorê ye, weke her kes dibîne êriş li ser malbatan pêk tên, ev yek wisa dike ku li hember hatina koçberan bibe asteng û ev karek siyasî ye û destê gelek aliyên siyasî tê de heye. Ji ber ku dibînin koçber bi hemû hêza xwe vedigerin wisa dikin heya ku ev koçber venegerin.

Em weke gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên li ser vê axê jiyan dikin, çi Ereb bin û çi Kurd bin û çi Êzidî bin, em weke malbatekê li ser vê axê jiyan dikin, me Iraqa biçûk li ser axa Şengalê daye avakirin, em bi hêvî ne ku Iraq Şengalê mînak bigire.

Em weke gelê Ereb bang li saziyên navnetewî û cihên peyîwendî dar dikin ku dengê xwe bikin û li hember vê yekê rabin, ji ber ku her car dewleta Tirk, Şengal û xelkê bombebaran dike û kesek dengê xwe nake.

Di dîrokê de gelê Êzidî rastî 74 fermanan hatiye û em van êrişan jî ji wan fermanan qut nabînin. Em carek din ji dewleta Iraqê re dibêjin ku esmanê xwe li hember firokeyên dewleta Tirk bigire û ev cihên ku bombe jî dikin ne cihên leşkerî ne û ne jî siyasî ne, cihên sivîlanin.

Em carek din weke erebên Şengalê û meclisên wan van êrişên ser civaka Êzidî şermezar dikin û ji dewleta Iraqê re di bêjin bese, sereweriya esmanê xwe bikin û ne kevine xefkên siyasî de.

Ev mala ku hatiye hedef girtin mala yek ji walatiyên Êzidî yê bi navê Qasim Milko ye. Em wek erebên herêmê têde bi cih bûn, îro di seatên sibehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye hedef giretin û bila her kes bi zanibe ku ev mesajeke dide gelê me yê li kampan ku venegerin. Lê em li vir dibêjin îradeya me ji her cure êrişên wan bi hêztire û guh nedin tu kesî û vegerin ser warên xwe.”