Ji eşîrên Tebqayê banga xwedîderketina li Mexmûrê

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê banga xwedîderketina li xelkê Mexmûrê û dûrxistina wan ji siyasetên dorpêç û tengavkirinê kir. Her wiha bang li NY`yê kir ku erka xwe ya mirovî li hember şêniyên Mexmûrê bînin cih.

Ji eşîrên Tebqayê banga xwedîderketina li Mexmûrê
23 gulan, 2023   12:10
TEBQA

Şêx û rûspiyên bajarê Tebqayê têkildarî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina kampa Mexmûrê, li pêşiya Meclisa Rûspiyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El Hiwêwat a Tebqayê Yehya El Meslûb ve hat xwendin. El Meslûb got: “Peywendî û koordîneya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re ji bo tengavkirina şêniyên kampa Mexmûrê berçav e.”

El Meslûb bang li pêkhateyên Iraqê kir ku xwedî li niştecihên kampê derkevin û wan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirin û kiryarên din ên ne exlaqî xilas bikin.

El Meslûb bang li NY`yê û rêxistinên civaka sivîl jî kir ku bi rola xwe ya exlaqî û mirovî rabin.

(c)

ANHA