​​​​​​​‘Îtîlafa’ Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Sûdan rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nêzîkbûna Şam-Enqereyê, rewşa Başûrê Kurdistanê û Sûdanê kir.

​​​​​​​‘Îtîlafa’ Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Sûdan rojeva rojnameyên erebî ne
23 gulan, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYA

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Hikumeta Recep Tayyîp Erdogan behsa destpêkirina gavên berfireh di çarçoveya nêzîkbûna li gel hikumeta Sûriyeyê de dike, da ku gelek pirsgirêk, nemaze doza penaberên sûriyeyî, bên çareserkirin. Di heman demê de wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad careke din destnîşan kir ku heta ku hebûna leşkerî ya nerewa li Sûriyeyê hebe, welatê wî normalîzekirinê qebûl nake.

Daxuyaniya Mîqdad çend rojan piştî beşdarbûna Esed di lûtkeya Ereban a li Cedayê de hatin dayîn.

Esed di lûtkeya Ereban de bal kişandibû ser “xetereya fikrê mêtingeriyê yê Osmaniyan ê bi rengê Îxwanan.”

Hemwextî wê, çavkaniyên opozîsyonê eşkere kir ku Enqereyê opozîsyona Sûriyeyê “Îtîlaf” agahdar kiriye ku dê nêzîkbûna bi Şamê re dewam bike. Ev nêzîkbûn di çarçoveya lihevkirina Rûsya û Îranê de pêk tê. Li gorî agahiyên ku demeke berê hatine belavkirin, li gorî lihevkirinê dê li ser erdê gelek gav bên avêtin; mîna vekirina rêyên sereke yên girtî û di serî de rêya Heleb-Lazîqiyê (M4), vekirina deriyên sînor ên di navbera her du welatan de û deriyê Bab El Hewa yê li ser Idlibê ku di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam de ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hewldanên “Îtîlafê” hene ku koordîneya bi DYA`yê û welatên Yekitiya Ewropayê re zêdetir bike, da ku zextên li ser Şamê zêdetir bibin û lihevhatina Tirkiye-Sûriyeyê were astengkirin.”

‘PEVÇÛNA PARLAMENTERÊN PDK Û YNK’Ê CÎDIYETA DAXUYANIYÊN WAN DIXE GUMANÊ’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê wiha nivîsî: “Derdorên siyasî yên Kurd dibêjin ku pevçûna di navbera parlamenterên her du partiyên sereke yên li herêmê de û boykotkirina rûniştina pêş a parlamentoyê ji aliyê YNK`ê ve, peyameke neyînî didin hundir û derve û cîdiyeta daxuyaniyên dawîn ên her du partiyan ên têkildarî têkiliyên dualî, dixe gumanê.

Heman alî destnîşan dikin ku bûyera qewimiye, berdewamkirian nakokiyên PDK-YNK`ê yên têkildarî hilbijartinên parlamenteriyê ye ku tê payîn di payîzê de pêk werin.”

‘LI SÛDANÊ AGIRBEST SIST E, AGAHIYÊN LI SER DEWAMKIRINA ŞER HENE’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Sûdanê nivîsî: “Agirbesta ku roja duşemê li Sûdanê ket meriyetê ku tê payîn hefteyekê bidome, sist e. Li gorî hin şahidên ji paytext Xertûmê, li asîmanê bajêr tevgera balafirên şer heye û li hin deveran şer dewam dike.”

(c)