Parêzeran ji çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kir.

Parêzeran ji çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû kir
23 gulan, 2023   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Faîk Ozgur Erol, ji bo muwekîlên xwe bibînin serlêdan kir

Parêzer du sal in nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe bistînin. Parêzeran ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Cezayê Înfazê ya Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve nikare agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan bistînin.

Parêzeran herî dawîn di 2’ê Gulanê de daxuyaniyek dan û gotin “Ligel ku malbat û parêzer gelek serlêdanan dikin û hewl didin, em nikarin derbarê şertên tendirustiyê û jiyanê yên Abdullah Ocalan û her sê muwekîlên xwe yên li Îmraliyê agahiyan werbigirin. Ev rewş me û hemû civakê dixe nav fikaran.”