​​​​​​​Berxwedana mexmûriyan bi biryardarî didome

Berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li hemberî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê dewam dike.

​​​​​​​Berxwedana mexmûriyan bi biryardarî didome
23 gulan, 2023   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê ku ji bo têlkirina derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketibû nava hewldanan, duh bi şev bi berxwedana şêniyên Mexmûrê hêzên Iraqê anîbûn ser maseya muzakereyê.

Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl da derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrişî mexmûriyan kir û di encamê de ciwanek bi guleyê birîndar bû. Mexmûrî li dijî hewldana artêşa Iraqê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.

Berxwedana xelkê wargehê 3 roj in bê navber dewam dike. Duh piştî şandeyek ji wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya, şêniyên wargehê careke din heya siharê di konên berxwedanê de, di nobedê de bûn.

Şêniyan ragihand ku ew ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.

Tê payîn îro jî şandeyek ji wargehê bi rayedarên Iraqê re bicive û daxwazên xwe pêşkêş bike.