Artêşa Iraqê nahêle rojnamevan bikevin Mexmûrê

Artêşa Iraqê piştî ku wargeha Mexmûrê dorpêç kir, nahêle rojnamevan bikevin wargehê bibin.

Artêşa Iraqê nahêle rojnamevan bikevin Mexmûrê
22 gulan, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê mehê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike. Ji wê rojê ve Iraqê rê li ser wargeha Mexmûrê girtiye û nahêle kes bikeve wargehê.

Artêşa Iraqê rê li ber rojnamevanan jî girt. Li gorî nûçeya Rojnewsê gelek saziyên ragihandinê dixwazin bikevin wargehê û berxwedana xelkê Mexmûrê bişopînin. Lê artêşa Iraqê rojnamevan ji derve bikevin wargehê.