Mazlûm Dag: PDK heqaretê li me dike

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, diyar kir ku ji ber ku ew li dijî cil û bergên yektîp derketine, heqaret li wan hatiye kirin.

Mazlûm Dag: PDK heqaretê li me dike
22 gulan, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê Tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest da.

Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi tawana wê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Dag ji malbata xwe re ragihand ku hêzên PDK’ê îşkenceya fîzîkî li wan dikin û wiha got: “Lêgerînên kêfî tên kirin. Tundiya fîzîkî û heqaretan li me dikin. Du-sê hefte berê cilên yektîp li me ferz kirin. Me qebûl nekir. Ji me re gotin em ê mafên telefon û revîrê ji destê we bigirin. Gotin em ê we bixin odeyên yekkesî.”

Malbata Dag diyar kir ku ew ji 14’ê Gulanê ve bi lawê xwe re neaxivîne û ji jiyana wî fikaran dikin.