Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin

Piştî hewldanên Rêveberiya Xweser ên derxistina welatiyên xwe, 161 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Sûdanê asê mabûn, vegerîn welat. Hewldan ji bo vegerandina welatiyên din didomin.

Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
Rêveberiya Xweser 161 welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin
22 gulan, 2023   08:44
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa yekemîn a welatiyên xwe yên li Sûdanê asê mabûn, vegerand.

Di beşa yekemîn de 161 welatî, tevî zarok û jinan ên ji hemû herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Rêveberiya Xweser di 27′ê Nîsabê de ragihandibû ku komîteyeke ji bo vegerandina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûdanê asê mane, ava kir.

Endamê komîteyê Mistefa Balî li balafirgeha Qamişloyê ew welatî pêşwaz kirin.

Li gorî Mistefa Balî hîna zêdetirî hezar welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûdanê asê mane û dê Rêveberiya Xweser beş bi beş wan vegerîne.

Li Sûdanê şer di navbera artêşê ya bi serkêşiya Ebdulfettah El Buran û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo de ji 15′ê Nîsan ve dewam dike. Heta niha nêzî hezar kuştî hene û nêzî milyonek welatî revîne dewletên cîran.

(fr)

ANHA