Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di dema çinînê de êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine da ku ziyanê bigihîne çandiniyê.

Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine
Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine
Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine
Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine
Di wexta çinînê de artêşa dagirker êrişên xwe zêdetir kirine
21 gulan, 2023   06:45
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine.

17'ê Gulanê, artêşa Tirk a dagirker gundê Cedîda û rêya M4 ên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin. Di encamê de Mihemed Fewaz El Wegai (18), Mehmûd Fewaz El Wegai (17), Mihemed Salim Kemal (26), Mihemed El Belîx (30) û Mehmûd El Casim (35) birîndar bûn.

Her wiha ji ber topbaranê şewat li kampa Eyn Îsayê derket û tîmên destwerdanê hatin hedefgirtin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid diyar kir ku hemwextî ku şênî û cotkar zeviyên xwe diçinin, artêşa Tirk a dagirker jî êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine.

Hemîd El Ebid diyar kir ku armanca dagirkeran ji gurkirina êrişan ew e ku ziyanê bigihînin berhemên çandiniyê û nehêlin şênî çininê bikin. El Ebid destnîşan kir ku ev êriş gefê li jiyana welatiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, dixwe.

El Ebid destnîşan kir ku ji ber topên artêşa Tirk a dagirker şewat di zeviyên çandiniyê de derket û bi zanebûn tîmên rewşên awarte dikirin hedef.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin, dawî li sûcên dewleta Tirk bînin û hesab jê bipirsin.

(bb)

ANHA