​​​​​​​Artêşa Iraqê carek din dixwaze dora Mexmûrê bigire

Hewldanên artêşa Iraqê yên têlkirin û dorpêçkirina Mexmûrê dewam dikin. Berxwedana gel a li hember wan hewldanan jî dewam dike.

​​​​​​​Artêşa Iraqê carek din dixwaze dora Mexmûrê bigire
21 gulan, 2023   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraq ku duh hewl dabû derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, îro danê siharê jî bi hêzek mezin dixwaze bikeve wargehê û dora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Li gorî nûçeya Rojnwsê, di van kêliyan de carek din artêşa Iraqê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî dixwaze bikeve wargehê û dora wê bigire. Xelkê Mexmûrê li seytereyê dijî vê hewldanê di nava berxwedanê de ye.

(c)