Hevserokê Meclisa Mexmûrê: Gefa êrişê hat xwarin

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsif Emîn Abdullah anî ziman ku hewldanên hikumeta Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê mijareke siyasî ye û ji dewleta Tirk re dibe amûrek û got: “Mexmûr di nav metirsiyê de ye. Leşkerên Iraqê gefên êrişan li me xwarin.”

Hevserokê Meclisa Mexmûrê: Gefa êrişê hat xwarin
21 gulan, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN-CÎHAN BÎLGÎN

Duh di saetên sibehê de artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs û hêzên taybet derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kir. Li dijî vê dorpêçê gelê Mexmûrê li ber xwe dide û li pêşiya hêzên Iraqê konê berxwedanê vedane.  Şandeyek li ser navê wargehê bi nûnerên Iraqê re civiyan lê hevdîtin bêencam bû. Piştî hevdîtinê leşkerên hikumeta Iraqê êrişî gel kir û ciwanek birîndar kir.

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Yûsif Emîn Abdullah têkildarî hewldanên dorpêçkirinê, êriş û nêzîkatiyên hikumeta Iraqê ji ANHA`yê re axivî.

`HINCETÊN HIKUMETA IRAQÊ NE RAST IN`

Yûsif Emîn Abdullah, diyar kir ku hikumeta Iraqê bi hinceta ewlekariyê hewl dide wargehê dorpêç bike û got: “Beriya demekê nûnerên Iraqê ji me re digotin ji ber rewşa ewlekariya wargehê dixwazin derdora wargehê dorpêç bikin û têlan deynîn. Lê wê demê jî me ji wan re got ewlekariya wargehê bi têl û blokan ne guncaw e û nabe. Mexmûr di aliyê bejahî de du caran rastî êrişên DAIŞ'ê hatiye. Di vê êrişê de hêzên Iraqê parastina me nekir, me parastina xwe kir. Ji sala 2017`an ve heya niha dewleta Tirk bi rêya hewayî êrişî wargehê dike. Dîsa jî hikumeta Iraqê ji van êrişan re dengê xwe nake. Ev hinceta ku dibêjin ji bo ewlekariyê ye ne rast e. Ger ji bo parastina me ba wê wekî dewlet pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigirta û qada hewayî ji êrişan asê kiriba. Ev nêzîkatî û hewldanên dorpêçê mijareke siyasî ye. Êrişên nemerdane yên dewleta Iraq ji dewleta Tirk a faşîst re dibe amûrek.”

NÛNERÊN IRAQÊ: EM WE DIKIN QÛRBAN

Yûsif Emîn Abdullah, bal kişand ser hevdîtinên bi nûnerên Iraqê re hatine kirin û wiha dom kir: “Di hevdîtina duh (20'ê Gulan) de ji me re gotin `Em nikarin gelê xwe bidin gelekî biyanî. Dewleta Tirk av ser me qût kiriye, gelek zextan li me dikin. Ger em van nêzîkatiya raber nekin wê demê em û dewleta Tirkiyê bên beramberî hev. Ji ber wê em we dikin qûrbanê van pirsgirêkên di navbera xwe û wan de`. Me jî ji wan re got, wekî dewlet nêzîkatiyek bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ev 30 sal in em li ser vê axê ne. Ev nêzîkatî ne exlaqî ye û ne jî layiqê gelê Iraqê ye. Bi tu şêwazî em helwestên wan qebûl nakin. Duh (20'ê Gulan) ji nişkava saet di 05.00`an de bi hemû hêzên xwe derdora wargehê dorpêç kir û israr dikin. Li dijî van siyaset û dorpêçê em wekî gelê Mexmûr li pêşiya wan sekinîn. Dîrokeke me ya têkoşîn û berxwedanê heye. Gelê me xwedî vîn e.”

`LEŞKERÊN IRAQÊ GEFÊN ÊRIŞKARIYÊ LI ME XWARIN`

“Îhtîmalek heye ku ev leşkerên Iraqê êrişên xwe li ser gelê me bidomîne” bi van gotinan Hevserokê Rêveberiya Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Yûsif Emîn Abdullah, metirsiya li wargehê anî ser ziman û got: “Dibe ku hêzên Iraqê êrişên tund ên bi çek li dijî gelê me pêk bînin. Leşkerên Iraqê gef li me xwarin ku wê mudexeleya leşkerî bikin.”

`DI HER QADÊ DE DENGÊN XWE BILIND BIKIN`

Di dawiya axaftina xwe de Yûsif Emîn Abdullah bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku xwedî li berxwedana Mexmûrê derbikevin û got: “Dem dema xîretê ye, em neteweyek in. Divê gelê me dengên xwe ji bo berxwedana Mexmûrê di her qadê de bilind bike û helwesteke tund raber bike.”

ANHA