​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-5-2023
20 gulan, 2023   23:00

Ciwanan diyar kir ku ji bo naskirina rastiya dîrokî û çandî ya civakan û sekna li hember siyaset û êrişên li dijî wan, divê pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan werin xwendin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Erebê Şemo yan jî mîna ku gelek kes wî bi nav dikin ‘bavê romana kurdî’, di pêvajoyeke dîrokî ya ji bo gelê Kurd zehmet de ji dayik bû û neçar bû ku ji welatê xwe koç bike. Lê dema ku romana xwe ya navdar ‘Şivanê Kurmanca’ nivîsî, dîsa vegeriya welat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameger û çalakger Şoxan Mîrza bang li Kurdan kir ku li hember girtina çalakger Azîme Arsûn  ji hêla PDK′ê ve bê deng nemînin û ji bo serbestberdana wî bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Zozan Mihemed bi romanan êş û berxwedana gel vedibêje. Heta niha 3 romanên wê derketine û yek jî li ber çapê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerê karên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî destnîşan kir ku di van hilbijartinan de zehmetî li pêşiya Erdogan hene lê belê wî hewl da ku dengan bi rêya aborî bikire û hin gavên din ji bo reşkirina muxalîfan pêk anîn û diyar kir ku eger Erdogan careke din bi ser bikeve dê herêm û ewlehiya wê bikeve metirsiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di rojnameyên erebî de hat destnîşankirin ku vegerandina Sûriye li Komkara Erebî ji bo siyaseta Qeterê binkeftin e û nîşana têkçûna rola wê di herêmê de ye. Her wiha hat diyarkirin ku derbasbûna hilbijartinên Tirkiyeyê qoneke din, dibe ku ji serokê tirk re “dawiyeke xweş” bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Diyaa El Ferec li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiya erebî ya kevnar zindî dike û hewl dide vê hunerê bi pêş bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di dema çinînê de êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine da ku ziyanê bigihîne çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê diyar kir ku bi êrişan û dorpêçê nikarin berxwedan û vîna wan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Deham li goristana şehîdan oxir dike saet di 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Til Hemîs roja zimanê Kurdî li gundê Sediyê pîroz dikin saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên roja duyem a Sempozyuma Huner Şêwekarî ya hola Firat a Kobanê didomin saet di 12:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA