​​​​​​​Di salvegera 45`emîn a wefata xwe de Erebê Şemo 

Erebê Şemo yan jî mîna ku gelek kes wî bi nav dikin ‘bavê romana kurdî’, di pêvajoyeke dîrokî ya ji bo gelê Kurd zehmet de ji dayik bû û neçar bû ku ji welatê xwe koç bike. Lê dema ku romana xwe ya navdar ‘Şivanê Kurmanca’ nivîsî, dîsa vegeriya welat.

​​​​​​​Di salvegera 45`emîn a wefata xwe de Erebê Şemo 
21 gulan, 2023   03:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û wêjevanê Kurd Erebê Şemo ku di 21’ê Gulana 1978`an de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê koça dawîn kir, li dû xwe wêjeyeke nûjen hişt.

Erebê Şemo sala 1897`an li gundê Sûsiz ê Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû ku wê demê di bin serweriya Rûsyayê de bû. Ew ji malbateke şêxên êzidiyan e û navê wî yê rast Ereb Şemsedîn Şamilov e. Ji ber şer û mercên dijwar ên malbata wî yên wê demê, di ciwantiya xwe de gelek kar kirin. Wî destpêkê li cem “axayên” Kurd û dewlemendan şivantî kir. Piştre di kargehekê de xebitî. Li kêleka karkirinê hinekî xwe perwerde kir û dibistana seretayî qedand. Her wiha zimanên tirkî, ermenkî, gurcî û azerî û rûsî jî dizanîn.

KOÇBERIYA BO ERMENISTANÊ

Ji ber kiryarên desthilata Osmaniyan ew ji neçarî koçberî Ermenistanê bû. Erebê Şemo li wê derê Îsak Margulov nas kir û bi hev re li ser amadekirina alfabeya kurdî xebitîn. Her duyan di sala 1928`an de amadekirina alfabeya kurdî bi dawî kir. Di heman salê de yekem pirtûka fêrbûna zimanê kurdî ya bi navê “Xo-xo hînbûna xandina nivîsara kurmancî" çap kir.

Erebê Şemo her wiha yek ji damezirînerên rojnameya ‘Riya Teze’ bû. Di sala 1931’an de ew dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê, piştî 2 salan (1933) Stalîn wî sirgûnî Sîbîryayê dike û 19 salan li sirgûnê dijî. Erebê Şemo 21’ê Gulana 1978`an ji cîhanê bar dike.

YEKEM ROMANA KURDÎ: ŞIVANÊ KURMANCA

Erebê Şemo di sala 1931`an de rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ew bi hev re di warê wêjeya kurdî û zanistanê de kar dikin. Li wê derê nivîsên der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike.

‘Şivanê Kurmanca’ ji girîngtirîn romanên Erebê Şemo ye. Ew yekemîn romana kurdî ye ku sala 1930`î ji aliyê Îsak Margulov ve hatiye çapkirin. Di sala 1935’an de jî li Gurcistanê ji aliyê weşanxaneya hikumetê ve hate çapkirin.

Şivanê Kurmanca bo zimanê rûsî hatiye wergerandin. Piştre Basil Nikitin ji rûsî wergerandiye fransî. Roman, behsa jiyana nivîskar dike. Tê de rewşa aborî û civakî ya civaka Kurd a wê demê jî tê vegotin, her wiha qala urf û adetên Kurdan, bi taybet ên koçeran, tê kirin.

Ji berhemên din ên Erebê Şemo ku bi nav û deng bûn; Jiyana Bextewar, Berbang, Dimdim û Hopo. Erebê Şemo yek ji navdartirîn nivîskarên Kurd e, ji ber ku berhemên wî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xebatên wî yên wêjeyî hê jî di lûtkeya wêje û romana kurdî de cih digirin.

Di sala 1977`an de derdorên çandî yên Sovyetê salvegera 80’yemîn a jidayikbûna wî pîroz kir û li bajarê Êrîvanê pîrozbahiyek ji bo wî hat lidarxistin. Rojnameya ‘Literature Naya Gazeta’ pesna berhemên wî yên binirx daye û wekî bav û damezirînerê wêjeya kurdî bi nav kiriye, her wiha Meclisa Sovyetê ya Bilind ew xelat kiriye.

(c)