Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir

Bi beşdarbûna 40 şewêkarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4'emîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê li Hola Firatê ya Kobanê dest pê kir.

Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
Sempozyuma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
20 gulan, 2023   12:21
KOBANÊ

Di Sempozyuma 4′emîn a Hunera Şêwekariyê ya Kobanê de ku ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye organîzekirin, 40 şêwekar amade bûn.

Di sempozyumê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn wiha got: "Her kesê dixwaze xizmeta welatê xwe bike, divê behreya xwe bi pêş bixe. Huner ji bo pêşxistina civakên hewl didin xwe ji qeydên rejîmên destpot rizgar bikin û parastina nirxan girîng e. Şoreş bi çekê tenê bi ser nakeve, lê bi fikir û zanabûnê bi ser dikeve."

Şahîn wiha domand: "Erka her kesî ye li herêmê xwe bi zanabûnê xurt bike ku rewşên herêm tê re derbas dibe û şerê li dijî herêmê, derbas bike. Bi vê yekê dê şoreşa me bi ser bikeve û em ê bigihêjin armanca xwe û bi hev re welatê xwe ava bikin."

Li aliyekî din jî cîgira Heverokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen wiha axivî: "Hunermend bi firçeyên xwe daxwazên civakan ên veşartî nîşan didin û jiyanê diafirînin."

Ronahî Hesen bang li hunermendan kir ku fikrên xwe belav bikin, ji ber ku di çavên hunermend de rastî heye, êş û hestên xwe bi rêya hunera xwe eşkere dikin.

Sempozyum dê heta 26′ê Gulanê dewam bike û piştre pêşangeha hunera şêwekariyê di 28′ê Gulanê de li Qamişloyê dest pê bike.

(fr)

ANHA